Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: FÛAD YAMAN

 


Bi qasî baranên biharê rondikên dayîkan jî li ser vê axa bi berket bariyan û bûn rûbarên xeyalên azadiya vê axê. Her wiha di destên law û keçên vî welatî de li navsera çiya û zozanên vî welatî gul, beybûn û xweziyên hêviyan şînbûn. Lehengên vê dozê di bînahiya çavên xwe de hezkirina vê axê zindî kirin û ji nûve xuliqandin. Yek ji wan Egîd û pehlewanên vê dozê Fuat Yeman ando Hisên bû ku di Newroza 1980’an de li gundê Repin yê girêdayî Navçeya Qileban a Şirnexê ji dayîk dibe. Heval Fuat di nava malbatek welatparêz ku girêdana axa xwe de li ser pîvanên welatparêzî zarokatiya xwe derbaz dike. Ji ber ku Heval Fuat zarokê biçûk yê malbatê bû, ji aliyê derdor û malbatê ve gelek di hat hezkirin. Di heman demê de bi dilnizmî û rûkeniya xwe jî hezkirina derdor bi xwe dida qezenc kirin. Ji ber ku bavê Heval Fuat çûyîna leşkertiyê napejirîne, malbata Heval Fuat di nava gundê Repin de jiyanek veşartî jiyan dike û ji bo bavê wî ji aliyê leşkeran ve neyê girtin di temenê xwe yê biçûk de gelek caran Heval Fuat nobet li bavê xwe digirt. Ev nêzîkatiyên malbatê û welatparêziya gund jî bandoriyek mezin li ser kesayeta Heval Fuat dide çêkirin. Heval Fuat li ser daxwaza malbata xwe di gundê Repin de dest bi xwendina dibistana seretayî dike. Di dibistanê de xwendevanek jîr û zana bû, Heval Fuat bi vê yekê bala hemû kesê dikişand li ser xwe. Heta niha jî gundiyên Repin qala jîrbûn û zanbûna Rêheval Fuat dikin û li ser zimanê xwe zindî dihêlin. Mîna ku bi vê dozê re ji dayîk bûye, hemû taybetmediyên şoreşgerkî di nava xwe de dihewîne û dibe têkoşerek yê doza azadiyê. Ev taybetmendiyên heval Fuat piştî şahadeta kurê xalê xwe Hisên wî ji ber bi doza azadiyê ve dibe û dibêje: ‘Divê çeka wî li erdê nemîne’ û di sala 1992’an de berê xwe dide nava refên têkoşînê. Êdî bi navê Şehîd Hisên rêya berxwedanê zarokên Kurd hildibijêre û azadiyê dike tekane rêya xwe ya rizgariyê. Di nava têkoşîna azadiyê de mîna gulekî ku ji nûve bi bişkive reng dide jiyana xwe ya têkoşînê. Di hemû kêliyên berxwedana xwe de Egîd, Mezlûm, Xeyrî û Kemalan ji xwe re dike pîvana jiyanê û li ser rêya wan dimeşe. Piştî perwerdeya xwe ya destpêkê di nava tabûra bitevger de cihê xwe digire û li gelek qadên çiyayên azad yên wek Cûdî, Avaşîn, Qendîl û Çiya Reşkê dimîne. Rêheval Hisên bi komek hevalên xwe yê dozê re li navsera Çiyayê Cûdî de, di zivistana sir û sermayê de 45 rojan di nava kemîna dijmin de dimînin. Rûxmê bêderfetiyên heyî û sermeya heyî lî bi hemû hêz û îradeya xwe ya Apoyî li berxwedide û hêviyên xwe yên jiyanê winda nake. Lê mixabin gelek hevalên wî şehîd dikevin û ew jî ji ber sermaya zêde hemû tiliyên lingê xwe winda dike. Ji bo wê jî di sala 1996’an de derbazî nexweşxaneya Hewlêr dibe û beriya êriş li ser nexweşxanê pêkwere ji nexweşxanê derdikeve. Piştî tedawiya xwe cardin berê xwe dide çiyayên azad. Êdî bi tecrûbeyên xwe yên jiyana têkoşînê, şêwazê jiyana şoreşgerî di kesayeta xwe de kamil dike û dibe şoreşgerê dema xwe. Herî dawî berê xwe dide Avaşîn û têkoşîna xwe li wir dide domandin. Di sala 1999’an de dema ji bo karekê berê xwe didin Çiya Reşkê di kemînek ya dijmin de li gel 6 hevalên xwe digihije karwanên nemiran. Rêheval Hisên mîna hemû têkoşînvanên vê dozê heta kêliya dawiya jiyana xwe berxwedana xwe ya li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê û zilma li ser gelê Kurd berdewam kir û bû hêviyên zarokên welatê xwe.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar