Bi destpêkirina têkoşîna rumetê a Tevgera Azad, Botan bû warê evîn û evîndaran. Bû warê berxwedan û qehramanan. Xelkê Botanê bi têkoşîna xwe ya li beranberê her cûre zextê û bişaftinê devleta Tirk a dagirker bû keleha berxwedanî û navenda parastina nirxin Kurdistanî. Ji ber vî yekî jî dewleta Tirk êrîşên herî zalimane birin ser gelê Botanê. Li beranberê van êrîşan bi hezaran ewladên leheng ên Botanê ku dan ser şop û xeta heqîqetê, li Kurdîstanê bû çirûsk û hêviya vejîn û azadiyêk nu. Yek jivan ewladê vî xaka kevnar a Kurdistanê rêheval Guler Gungen ango Rûken Gabar e ku di sala 1999’ an de li gundê dirgûlê a giridayê Şirnexê di malbatek welatparêz ya ku di çanda berxwdanê ya vî welatî serwer e, çevên xwe li cihanê vedike û bi çanda qedîm a Botanê û taybetmendiyên wê yên berxwedêr mezin dibe. Lewma hê di temenê xwe yê biçukte ku şahîdiyê ji êrîşîn dijmin re dikir li beranberê van êrîşan hirs û kînek mezin di bîr û baweriyên xwe de dihewand. Rêheval Rûken ku ji zarokatiya xwe de dema gudariya çêrokên qehremaniyên gerîla dikir, ev yek dibe xayalê wî yê ku rojek tevlê nav refên gerîla bibe. Dibistanê heta navendê dixwene. Bi kesayata xwe ya zîrek û kêrhatî bala heval û mamusteyên xwe dikişîne ser xwe. Heval Rûken dibe xwe dî kesayetek fedekar û berpirs ku hê di temenê biçuk ta ji bo dabara malê dest bi kar dike. Rêheval Rûken piştê beştarbuna birayê xwe şehîd Murat û şahdeta dotmama xwe bandor dibe û biryara tevlê nav refên gerîla dide. Li ser vî esasê di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên azad. Belê Guler bibû jinek gerîla û navê dotmama xwe Rûken li xwe dike. Wek navê xwe Ruken û bi coşbû. Di demek kinde xwe di bîrdoziya Ribertî de ku ji bo azadiya jin xiz kiribû pêş dixe û dibe xwedî armanc, tecrûbe û gerîlayek şareza. Rêheval Rûken bi taybetmendiya xwe ya xwe bawer û fedekar dibe militanek pêşeng ya jiyana şoreşgerî. Rêhevl Rûken wek jinek azad di hêla taktîk û sitratejiya leşkerî de xwe pêş dixe û bi cesaretek mazin di çeperê pêşte cîh digire. Heval Rûken bi meşa xwe yê azad li pir qadan têkoşîn kir li Rojavayê Kurdistanê li beranberê dijminê mirovahî û jîn DAÎŞ di çeperê pêşta şer kir û serkeftiyên mezin bi dest xist û di sala 2016’an de li ser pêşniyara xwe ya ku cîhî xwe di Berxwedana Rêveberiya Xweser de bigrê dike û li ser vî esasê derbasê Botanê dibe. Bi kêfxweşiyek mezin ji Silopiyayê heta Cizîrê ji Şirnexê heta Nisêbînê bi gelê xwe re mil bi mil li dijî dijmin bi awayekê çalek şer dike. Bi hêrs û azweriya tolhildanê, têkoşîn û biryardarî ya xwe bilintir dike û darbeyên mezin li dijminê mirovatî û xwaza dixe. Bi tevlêbuna xwe ya fedekar, kedkar û her waha bi cîhanina misyona xwe ya pêşengtiyê bu evînek li nav dilê gelên xwe yê Botanê. Heval Rûken piştî Berxwedana Rêveberiya Xweser, derbasê qada Cûdiyê dibe. Rêheval Rûken heta kêliya dewya jiyana xwe bê di dulê têkoşya û di sala 2022’an de di encama êrîşên dewleta faîşîst a Tirk de bi pênç hevalên xwe re tevlî kerwanên nemiran dibe.
.
0 Yorumlar