Ticker

10/recent/ticker-posts

Merasîma derçûnê ya xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato yên ku ev du salin li peymangehê dixwendin, derçûn.



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato yên ku ev du salin li peymangehê dixwendin, derçûn. Merasîma derçûnê bi amadebûna xwendevan, mamosta û malbatên xwendevanan ya li peymangehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Rêveberiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Ferhat Kaçan axivî û diyar kir ku her xwendevanek yê vê peymangehê wê bibe hîmek bingehên yê sîstema netewa demoktatîk û wiha got: “Dibistan tenê çarçoveyek ya perwerdêyê ye, aliyên bingehîn yê perwerdeyê, aliyê jiyanî ye. Yên ku em îro bi saya wan vê perwerdê dibînin şervanên azadiyê û Rêber Apo silav dikin. Em di jiyana hemû xwendevanên xwe de serkeftinê dixwazîn û em hêvîdarin ku em bibin wesîleyek ku ev xwendevan di pêşe roja civakê de bibin ahengek û bibin kevirên bingehîn yên pêşxistina vê civakê.”

Her wiha li ser navê Rêveberiya Wargehê jî Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak destnîşan kir ku xwendevanên di vê peyemangehê de perwerde dibînin dibin ferdên bingehîn yên pêşxisrina sîstema netewa demokratîk û wiha pêde çû: “Armanca me avakirina perwerdeya alternetîfe. Peymangeh û akademiyên ku em ava dikin berê bingehîn yên avakirina sîstema netewa demokratîke. Her ferdek yê di van peymangehan de perwerd dibîne wê bibe qadroyek pêşenge yê civakê. Em di jiyana hemû xwendevanan de serkeftinê dixwazîn.”

Herî dawî ji diplomayên her 11 xwendevana hatin dayîn û merasîma derçûnê bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar