Ticker

10/recent/ticker-posts

ÛYSAL: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QEYÛMAN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ YE

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê anî ziman ku têkoşîna li dijî qeyûman, têkoşîna li dijî tecrîd û siyaseta qirkirina Kurdan e. Faşîzim li kûderê be, divê berxwedan jî li wir be.

Armanc Herekol

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û partiyên siyasî ya li dijî siyaseta qeyûm û nenaskirina vîna gelê Kurd, ji rojnama me re axivî û diyar kir ku wê hêza gel tevahî siyaseta qirkirina gelê Kurd têk bibe!

‘Kurdistaniyan ji tecrîdê re gotin na!’

Ûysal di destpêka axaftinên xwe bal kişand li ser hilbijartinên herêmî yên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û da zanîn ku di hilbijartinan de dû peyamên sereke derketin holê û got: “Serkeftina me ya li Bakûrê Kurdistanê da nîşandan ku qeyûm nayên qebûlkirin û planên wan biserneketin. Ewqas leşker anîn û dizî kirin jî nekarîn vîna gelê me bişkînin. Ev serkeftin bi saya vîna gelê me yê berxwedêr pêkhat. Li Tirkiyeyê jî binketina AKP-MHP’ê da nîşandan ku Kurd xwedî vînin û ger bixwazin dikarin rewşa siyaseta Tirkiyeyê bigûherînin. Sekna gelê Kurd gelek tiştan dide gûhertin. Di hilbijartinan de, li Kurdistanê ji tecrîd û qeyûmê re gotin na! Li Tirkiyeyê jî ji kirîz, gendelî û siyaseta wan a qirêj re gotin na!”

‘Dixwazin tola Wan’ê hilînin’

Newroz Ûysal di nava axaftinên xwe de da zanîn ku sedema binketina AKP-MHP’ê sekna gelê Kurd bû û ji ber wê jî, piştî hilbijartinan êrişî vîna gel hat kirin û wiha pêde çû: “AKP’ê sedema windakirina xwe DEM Partî berpirs dît. Piştî hilbijartinan gelek girtin çêbûn. Gelek serdegirtinên malan çêbûn û xwestin şaredariyên me dagir bikin. Doza Kobanê hat dîtin û gelek xebatên me asteng kirin. Her wiha cezayên pir giran dan siyasetmedarên me. Gelek girtiyên nexweş nehatin berdan û tecrîda li ser birêz Ocalan girankirin û cezayê disiplînê hatin dayîn. Di heman demê de êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê hate kirin. Desteserkirina şaredariyan jî bi van ve girêdayî bû. Şaredariyên me bi vîna gel hatin sitandin. AKP-MHP bi van êrişan xwestin ku gelê Kurd bê vîn bidin nîşandan. Ew serhildana li Wan’ê hatî nîşandan, tirsek di dilê wan de da çêkirin. Li Colemêrgê jî niha dixwazin tola Wan’ê hilînin. Ev yek binpêkirina edaletê ye û derbeyek siyasiye.”

‘Em li ser linganin’

Herî dawî Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal qala rol û mîsyona partiyên Kurdan kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hertim partinên me yên wek HDP, DEM Partî, BDP û her weke din, li dijî gendelî, şer û siyaseta qirkirina gelê Kurd û taybet jî qetilkirina jinan di nava têkoşînekî de bûn. Ev têkoşîn li kolan, meclîs û her derê berdewam dike. Serhildan û xwedîderketina li gelê Wan’ê bersivek mezin da siyaseta wan. Xwedîderketina partiyên mûxalefet cihê kêfxweşiyê bûn û divê berdewam bibin. Niha jî ew xwedîderketina li Wan’ê, li Colemêrgê jî diyar dibe. Ev siyaseta li ser şaredariyên me, ne mijarek ya îro ye, ev hişmendî ya sedan salan e. Gelê Kurd jî dizane, mijar ne tenê Wan û Colemêrge. Mijar Kurdistan û pêşeroja gelê Kurd e. Divê em li hemû derê xwedî li vîna gelê xwe derbikevin. Li Wan û Colemêrgê jî em bi gelê xwe re bûn û emê hertim bi gelê xwe re bin. Têkoşîna li dijî qeyûman, têkoşîna li dijî tecrîd, şer û siyaseta qirkirina Kurdan e. Faşîzim li kûderê be, divê berxwedan jî li wir be. Wê meş û mitîngên me hebin û emê ser lingan bin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar