Em Kurd di pêvajoya man û nemanê de ne. Mirov dikare vê tesbîta Tevgera Azadiyê bi çend xalan vebêje.
1-Li Rojhilata Navîn şerekî giran heye ku Tevgera
Azadiyê vî şerî, weke şerê sêyemîn ê cîhanê bi nav dike.
2-Bandora vî şerî yekser li ser erdnîgariya me, warê
me yanî welatê me Kurdistanê heye.
3-Ji ber ku Kurdistan di navbera 4 dewletan de ye, ev
zêdetirî 100 sal in hatiye parçekirin.
4-Di serî de dewletên Îranê û Tirkiyê, di vî şerê
sêyemîn ê cîhanê de xwedî hêz û bandor in.
5-Şerê herî mezin û herî stratejîk jî ji ber vê yekê
li welatê me diqewime.
Mirov dikare van xalan zêde bike, lê ya herî girîng
dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hin hêzên serdest û mixabin xayînên li
nav Kurdan, dixwaze mêtîngeriya xwe ya li ser Kurdistanê berfirehtir bike. Ji
bo vê yekê ji Nîsana 2015’an ve bi destpêkirina tecrîda giran a li dijî Rêber
Apo, êrişên qirkirinê yên piralî daye destpêkirin. Helbet li rex qirkirina
fizîkî, êrişên di warê qirkirina çandî de jî hene. Yekane hêza li ber vê
qirkirinê radibe jî Tevgera Azadiyê, gerîla û şervanên wê ne. Mirov dema berê xwe
bide şerê ji Nîsana 2021'ê heta niha li Herêmên Parastinê yên Medya dewam dike,
wê bikaribe têkildarî armanca dewleta Tirk û hedefên wê bersivên zelal bi dest
bixe. Lê armanc û hedefên wê, ew planên wê yên qirêj li aliyekî, ya esas bê
girtin berxwedana dîrokî ya gerîla ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di vî şerî
de bi dayîna bedêlên giran rê li ber van armancan girtin. Gerîlayan şerekî bi
fedayîtî danîn pêşiya xwe. Dema ev şer kirin jî gerîlatiya dema nû ango
Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xistin dewrê. Eger em berê xwe bidin
hevpeyvînên bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan re, emê
têkildarî vî şerî, rê û rêbaza gerîla dimeşîne baştir fêhm bikin. Ji Nîsana
2021'ê heta niha, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi dehan operasyonên
şoreşgerî, bi sedan çalakiyên koordînekirî, bi hezaran çalakiyên tîmên bi
tevger, bi hezaran çalakiyên sekvanî û sabotajê ragihandin. Dema gerîlayan ev
çalakiyên bi bandor dikirin, li ser serê wan û dora wan, teknîka herî pêşketî
ya şer a NATO'yê hebû. Bomberdimana giran a bi balefirên şer, tank, top û
helîkopteran hebû. Lê bi taktîk û rêbazên xwe gerîla tevahiya vê teknîkê pûç
derxist. Bi taktîka tunelên şer, ev zêdetirî 3 sal in, artêşa Tirk û hevkarên
wê tenê li ser serê çend giran asê kir. Tenê bi vê jî nema, di wan şert û
mercên dijwar ên şer de teknîka xwe ya şer afirand. Di Newroza gelê Kurd de
mizgîniya bi destxistina sîstema fuzeyan a xistina SÎHA'yan ragihand. Bi vê jî
nema û ragihand ku ji Sibata 2023'yan heta serê Adara 2024'an 15 SÎHA'yên bi
cureyên ANKA, AKINCI, AKSUNGUR û BAYRAKTAR TB2 anîne xwarê. Bi vê jî nema yek
bi yek dîmenên xistina van balafiran weşand. Bi vê jî nema û li Qendîlê 2
SÎHA'yên din anîn xwarê. Bi vê jî nema çalakiyên bi teknîka taybet ên li dijî
artêşa Tirk a dagirker eşkere kirin. Û bi vê jî nema, dîmenên van çalakiyên bi
teknîka taybet bi gelê Kurd û raya giştî re parve kirin. Gerîlayên Azadiya
Kurdistanê di wan şert û mercên giran ên şer de ev yek kirin. Lê me, gelê Kurd,
çapemeniya wî, ciwan û rewşenbîrên wî çi kir di van sê salan de? Helbet her
çalakiyeke li her qadê xwedî nirxekî cûda ye û hêja ye... Lê em bi çi rengî û
kîjan pratîkê li rex gerîlayên xwe sekinînin ku şev û roj rûmeta me diparêzin û
şerê man û nemanê dikin. Me li deverekê nedît ku ciwanên Kurd li kolan, tax û
bajaran bi teknîkeke taybet li vê dewleta qirker dan! Em nebûn şahidê wê yekê
ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî "rewşenbîrên me" wisa bi xurtî
çalakiyekê lidarbixin... Tenê me gilî û gazinên wan bihîstin. Gerîla her xwe nû
kir û her xwe nû dike, lê çalakiyên me, zimanê nûçeyên me, nirxandin û
nêzîkatiya me ya li şer her bi heman rengî bû. Gelo em ê xwe kengî nû bikin?
Gelo em ê kengî di her warî û her qadê de bi "Teknîka Taybet" li
dijminên xwe bidin?
Selman
Aslan
0 Yorumlar