Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî nivîskî piştgirî da banga KJAR’ê û wiha destnîşan kir: “Bi têkoşîna hevpar ya jinan, dê jin bedewiya xwe bidest bixe û cihanê ji hemû gemariyên pergala desthilatdar rizgar bike.”
Daxuyanî wiha ye:
“Jina ku ji hemû bedewiyên jiyanê hatibû mehkûmkirin, niha bûye pêşengê şoreşa gelan. Pergala dewletparêz a ku bi destê zilamê serdest hatî avakirin, weke ku Rêber Apo bi nav kirî, ev penç hezar salin desthilatdariya xwe li ser çewisadina jinê û di kesayeta jinê de li ser çewisandina civakê dide avakirin. Li hember tûnehesibandina jinê ya ji aliyê pergala desthilatdar ve ji dîrokê heta roja me ya îro, hertim jinê têkoşîna xwe ya azadiyê domandiye. Pergala zilamê desthilatdar, ruxmê hemû rê û rêbazên xwe yên çewisandin, tûnehesibandin û qirkirina jinan, nekariye vîna têkoşîna azadiya jinê bişkinê.
Bi dagirkirinê re pergala desthilatdar xwe li ser jinê ferz kir û qirkirinê mezin li jinê dan jiyankirin. Lê ruxmê hemû qirkirinan jî, cardin jinê karî xwe bike hebûn. Di dîroka Kurdistanê de tijî berxwedan, têkoşîn û serîrakirina jinê heye. Ji Zarîfeyan, Minayan, Leylayan, Sarayan û Bêrîtanan heta roja me ya îro gihayî Arînan, Helbestan, Nagîhanan têkoşîna jinê berdewam kiriye û roj bi roj mezin bûye.
Têkoşîna jinê bû tolhilgirtina ji pergala hezar salan. Zihniyeta li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî qetil kir, ya li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel hedef girt, ya li çiyayên Kurdistanê Helbest bi çekên qedexekirî qetilkirî, heman zihniyete.
Li Kobanê bi pêşengtiya Arîn Mîrkan, li hember çeteyên xwînmij bi dirûşmeya ‘Jinên herî bedew zilamên herî qirêj rêkirin dujehê’ têkoşîna jinê bû hêjayî têkoşîna gelê Kurd û gelên cihanê. Bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê pergala dagirker ve bû xwebûn û hebûna jinê.
Wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, em ji parçeyek ji vê têkoşîna azadiyê tên. Şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengtiya dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de belavî tevayî Îran û cihanê bûyî slav dikin. Em bangawaziya KJAR ya ku dibeje ‘20’ê Mijdarê bibe wek roja Jîna Emînî ya navnetewî’ dibînin û vê rojê li hemû jinên şoreşger pîroz dikin. Di şexsê Jîna de, em hemû jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi destê pergala sêdarê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîrtinin û biryardariya bilindkirina têkoşîna wan didin.
Wek jinên wargehê em bang li hemû jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cihanê û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin, bibin dengê jinên têkoşer ên niha li hember pergala Mola ya Îranê liberxwe didin û hebûna xwe qezenç dikin. Bi têkoşîna hevpar ya jinan dê jin bedewiya xwe bidest bixe û cihanê ji hemû gemariyên pergala desthilatdar rizgar bike.”
0 Yorumlar