Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 12. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya‘Tolhildan, bi şehîdan re rast jiyankirin e’ di 14’ê Cotmehê de destpêkiri bû, bi dawî bû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 12. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya ‘Tolhildan, bi şehîdan re rast jiyankirin e’ di 14’ê Cotmeyê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Salona ku konferans lê pêkhatî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan her wiha bi nivîsên ‘Dozên Birûmet Bedelên Mezin Dixwazin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Em Bi Ruhê Apoyî Têbikoşin û Li Civaka Exlaqî û Polîtîk Xwedî Derbikevin’ hatibû xemilandin.
Bi beşadar bûna tevahî malbatên Şehîdan, delege û mêvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê Konferansê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Neşat Kara axafitna vekirinê kir.
Neşat Kara di axaftinên xwe de diyar kir ku di pêvajoyek wisa de lidarxistina Konferansek bi vî awayî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî xwedî girîngiyek pir mezin e û wiha peyîvî: “ Em di serî de vê Konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatên şehîdan û li gerîlayên ku di bin her şert û mercên giran de ji bo azadiya gel û welatê xwe her cûre fedekariyan digre ber çavan û pêktîne pîroz dikin. Niha di pêvajoya ku li cîhanê kaos û krîz heyî, rêya çareserî û aşîtiyê ya ji bo gelan ewe ku gel xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ya kombûna vêderê em wek dayîk, bav, hevjîn, zarok, xwîşk û birayên şehîdan li keda Rêbertî û şehîdan xwedî derketine. Rêya xwedîderketina li keda Rêbertî û Şehîdan ewe ku em bi awayekî herî xurt pergala Modernîteya Demokratîk ya ku ji aliyê Rêbertî ve ji bo me wekî xelat hatî avakirin, pêwîste her yek ji me di aliyê avakirina vê pergalê de erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin.”
Di Konferansê de perspektîfên Rêber Apo, raporên du salan yên kar û xebatên Saziya Malbatên Şehîdan hat xwendin, nirxandina kar û xebatên du salên derbazbûyî hat kirin, bi wê ve girêdayî kêm û kurtiyên hatibûn jiyankirin bi awayê rexne kirin û rexnedayîn hatin dayîn û her wiha pilansaziya kar û xebatên du salên pêş diyarkirin. Ji wana çend xal evin; ‘Her şehîdek di salvegera şahadeta xwe de were bîranîn. Ji bo her şehîdekê dosyayek ya arşîvê bê amadekirin.’
Her wiha rêzikname û pêşnûmebiryara Saziya Malabatên Şehîdan bi erêkirina delegeyan re hat derbazkirin. Bi wê ve girêdayî ji bo hevberdevkên du salên pêş hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinê de Murad Encu û Sarya Marînos bûn hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan.
Piştî hilbijartinê axaftina girtinê ji aliyê Hevberdefa berê Sultan Yildiztan ve hat kirin.
Sultan Yildiztan di axafitinên xwe de 12.Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd yê welatparêz û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: “ Bi rastî jî lidaxistina Konferansa Malbatên Şehîdan ku di bin êrişên dewleta Tirk yên li ser wargeha me tên meşandin de cihê pîroziyê ye. Wek komîteya Saziya Malbatên Şehîdan me dû sal kar û xebat dan meşandin, em pir pê kêfxweş bûn. Erê raste di nava van dû salên derbaz bûyî de me gelek êş û jan derbaz kirin, ji ber ku di van dû salan de êrişên ku heyî, şehîdên ku hatine dayîn ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd bi rastî jî ji bo me dû salên bi êş bûn. Lê dîsan jî ti carî kar û xebatên me nehatin sekinandin.Em ji hevalên ku di vê konferansê de hatine hilbijartin pîroz dikin û di kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazin.”
Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ dawî bû.

0 Yorumlar