Ticker

10/recent/ticker-posts

Xwendevanên Mexmûrê ji bo Rêber Ocalan name nivîsandin

Li wargeha penaberan ya Memxûrê ji bo Rêber Ocalan kampanyayek name nivîsandinê hatibû destpêkirin, xwendevanan nameyên nivîsandin, xistin sindoqan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Ocalan re nîşandan.

Kampanya nivîsandinanameyan ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 28’ê Tebaxa îsal de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpêkirin, xwendevanên wargehê jî bi nivîsandina nameyên xwe beşdarbûna xwe ji bo vê kampanyayê dan nîşandan. Xwendevanan li Peymangeha Şehîd Kerîm Kato nameyên xwe şandin.

Di merasîma şandina nameyan de, Mamosta Beşîr Gabarî axivî û diyar kir ku ev demek dirêje Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got: “Dijminê hov tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin. Ji bo em agahiyekî ji Rêber Apo bigirin hemû hewildanên gelê Kurd çêdibin, lê dewleta Tirk bi hovane li ser me de tê û nahêle em agahiyê jê bigirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêje kampanyayek hatiye destpêkirin û ev kampanya di her alî de tê berdewam kirin. Li Wargeha Mexmûrê jî wek gel, wek qada perwerdeyê em jî bi nivîsandana nameyên xwe beşdarî vê kampanyayê dibin. Armanca me ya nivîsandina van nameyen ewe ku em bêjin Rêber Apo tû ne bi tenêyî. Eger ev name bibe wesileya azadiya Rêber Apo wê hewildan û çalakiyên me hertim berdewam bike. Ji ber ku dil û mejiyê me bi Rêber Apo re ye, Rêber Apo li zindana Îmralî çawan jiyan dike. Em silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”

Piştî axaftina mamosta Beşîr Gabarî, xwendemvanan bi rêzê ve nameyên xwe xistin di sindoqan de.

Yorum Gönder

0 Yorumlar