Ticker

10/recent/ticker-posts

Penaberên Mexmûrê ji mafên xwe yên rewa bê parin

Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîran diyar kir ku ji sala 2018’an heta niha bi ti awayî NY û Iraqê alîkariya erzaq û sotemeniyê bi wan re nekiriye û şêniyên Mexmûrê ji mafê xwe yên rewa wek perwerde, tendûristî û erzaqê bê par hatine hiştin.

Armanc Herekol

Li gor peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 1971, madeya 51’an, mafê penaberên siyasî hene. Ev peyman ji bo kesên ku ji ber zilm, zordarî, netew û baweriya xwe, ji aliyê dewleta ku di nav de jiyan dikir ve hatine derxistin derbasdare. Ev zagon di bin sêwana NY de, Iraqê jî qebûl kiriye. Penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ango Mexmûrê, di sala 1994’an de li ber derê NY ya Zaxoyê, heyvekî ketin çalakiya greva birçîbûnê û di encama wê çalakiyê de wek penaberên siyasî hatin qebûlkirin û bi awayekî fermî hatin pejirandin. Her wiha gelê Mexmûrê li gor peymana 1971’an nasnameya penaberên siyasî wergirtine.

Li gor NY diyarkirî û li gor mafên penaberên siyasî, her penaberek siyasî weke hemwelatiyek yê Iraqê xwedî maf e. Mafê penaberên siyasî hene ku neft û erzaqê werbigire. Her wiha mafê her penaberekî heye ku ji perwerde, tendûristî û tevahî xizmetgûzariyan sûd werbigire. Her wiha li gor peymana penaberên siyasî, mafê her penaberekî heye ku wek bijîşk, mamoste, nobedar û her weke din li gel dewletê bi peyman kar bike.

Ger ev zagonên ku NY diyarkirî pêkneyê, tê wê wateyê ku hem dewlet hem jî NY li dijî zagonên ku wan bixwe diyar kirî derdikevin û zagonên xwe binpê dikin.

Penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûd ango Mexmûrê ji ber hatina zivistanê û nebûna gazê zehmetiyan dikişinin. Li ser vê mijarê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîran ji rojnama me re dibêje, ji sala 2018’an heta niha bi ti awayî NY û Iraqê alîkariya erzaq û sotemenî bi wan re nekirine û gelê Mexmûrê ji mafê xwe yên rewa wek perwerde, tendûristî û erzaqê bê par mane.

Bedran Pîran diyar kir ku piştî êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Mexmûrê û şûnde nûnertiya NY li Mexmûrê nemaye, lê ne bi rêk û pêk jî be heta sala 2018’an ev alîkariya erzaq û sotemenî dihat kirin. Her wiha li gorî Hevşaredar Bedran, ji sala 2018’an heta roja îro bi ti awayî penaberên Mexmûrê ji mafên xwe yên penabertiyê sûd newergirtine, erzaq û gaz nestandine.

Bedran Pîran anî ziman ku wan ji bo ku ji mafên xwe yên rewa sûd werbigirin gelek serlêdan bi hikûmeta Iraqê re kirine û Iraqê ji wan re gotiye, emê vê pirsgirêkê çareser bikin, lê belê ev yek heta niha jî çareser nebûye.

‘Bi lezgînî gaz pêwîste’

Pîran di nava axaftinên xwe de qala nêzikatiyên NY û Iraqê dike û dibêje: “Ji ber rewşên siyasî û zextên dewleta Tirk û PDK’ê, cûda nêzî me dibin. Ev yek dijî zagonan e. Bi giştî 2500 malbat di wargehê de hene ku ji gaz, erzaq û tevahî mafên xwe yên rewa sûd werbigirin. Ji ber ku demsala zivistanê ye, bi lezgînî gaz pêwîste û me gelek hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re kirine û li gor axaftinên wan, wê rojên pêşiya me de gaz ji wargehê re bê dayîn.”

‘Mafê me yê rewa tê binpêkirin’      

Her wiha dayîka bi navê Miryem Sipêrtî behsa bê derfetiyên gel kir û anî ziman ku di her malek ya wargehê de nexweş û kesên astengdar hene û got: “Divê gaz û erzaq ji me re bê dayîn û ev mafek yê me yê rewa ye, lê nayê dayîn. Zivistane û gaz nehatiye dayîn. Kesên nexweş û asengdar di her malê de hene û zehmetiyan dikişinin. Em bang dikin, mafên me yên rewa wek gaz û erzaq bidin me.”

Endamê Têkiliyên Karên Jiderve, Bêwar Unver jî ji rojnama me re ragihand ku nûnerên Koç û Koçberan hatine wargehê û dibêjin, emê erzaq û gaz bînin. Bêwar diyar kir ku wezîrê naftê mohr kiriye ku gaz bê dayîna penaberên Mexmûrê û niha li ser vê yekê xebat tên meşandin.  

Yorum Gönder

0 Yorumlar