Ticker

10/recent/ticker-posts

Endamên Netewa Demokratîk

Kesên azad yê sexte ên ku ferdperestiya kapîtalîst li dijî civakê sor dike, di nava koletiyek pêşketî de xwe ferz dike. Îdeolojiya lîberalîzmê jî di civakê de îmajekî ya kesên xwedî azadiyên bê sînor a ku jiyana heyî negengaze enjekteyî ferdên civakê dike. Ferdên ku em qala wan dikin di nava perwerdeyên jiyana piratîk ya dewleta netewe de tê afirandin. Azadiya kes bi serweriya pereyan ve hatiye girêdan. Ev sîstema heqdest mîna hevsarê kûçikekê xistî stûyê wê kijan alî ve dixwaze bikişîne wir ve dikişîne. Dirûşmeya wê ya serek jî eve. ‘Ferd heye, civak tine ye.’ Bawer dike ku çiqas çand û dîroka civakê înkar bike wê ewqas bikaribe xwe bafirîne û bigewde bike. Dema em dibêjin, em dergûşa mirovahiyê ne, di rastiyê de me qala netewa demokratîk dikin. Rêbertî li ser vê pênaseyek wiha dike: “Netewa demokratîk fereseta min ya zanista civakiya nû ye.” Qadro û welatiyên netewa demokratîk bi qasî azade, ewqas jî divê komînal be. Yên ji derveyî komîlbûyînê bimînin, wê qadrobûyîna wan jî pêknayê. Ji bo ferdên pergala netewa demokratîk exlaq pîvana serek ya komînalbûnê ye. Dijberî sîstema dewletê, qadroyên netewa demokratîk azadiya xwe di komînalbûna civakê de dibîne. Ji bo ku qadroyên netewa demokratîk çêbibe, kom û komînalbûn dibistanên serekene. Ya ku civakê li ser lingan digre exlaqê wê ye. Komîn jî divê çarçoveyê de heta dawî li qadroyên xwe xwedî derdikeve, di parêze û jiyana azad ji bo wan mîsoger dike. Xala esas ya netewa demokratîk divê qadroyên azad yên vê pergalê azadiya xwe bi ya komîna xwe ve girdayî bigir dest. Li ser vî bingihê polîtîkayek demokratîk pêkbîne. Kom û komînên ne demokratîk nikarin polîtîk bibin. Kom û komînên ne polîtîk jî nikare azad bibe. Di navbera demokartîk, polîtîk û azadiya komînê de wekheviyek şidayî û hişk heye. Avakirina neteweya demokratîk xwe dispêre bi hevrebûna kesan. Welatiyên azad ên KCK’ê jî divê li ser vê yekalî be. Bi vê re şêweyê avabûna qadroyên KCK’ê li ser hîmê bingihîn yê azadiya kes tê destgirtin. Endemtiya KCK’ê mirova dikare wek ferd û welatiyên azad ên netewa demokrtîk bide naskirin. Lê di vê endamatiya heyî bi welatîbûna dewleta netewe re neyê tevlîhevkirin. Welatîbûna dewlet netewe statûya koletiya modern diyar dike. Divê em wek pirensîbên exlaqî nas bikin û qebûl bikin kesên jiyana wî ya komîna ne be, nabe qadroyek destdayî ji bo pergalê. Divê em ji bîrnekin endambûna kom yan jî komînekê di heman demê de aliyekî xwe yê demokratîk heye. Kom an jî komîn kengê bi awayek demokratîk tevgeriya dikare polîtîk be. Ango dikare azad be. Bi qasî mirov di pîvanên xwe de serwext be dikare civaka exlaqî û polîtîk pêkbîne. Welatî û ferdên wê jî, kes û welatiyên exlaq û polîtîkin. Erkên serek yên înşakîrina moderniteya demokratîk entelektoel, exlaq û polîtîka ye. Entelektoel kesên zana, rewşenebîr yan jî têgihiştî kesên feyda xwe ji bo civakê heyî, kesên ku derketine dervey pergala desthilatdariyê. Armanca yekemîn berevajî çûyîna zanistên rawestandine. Zanistên wek fîzîk, kîmya, wêje û huner bi tena serê xwe nebe, divê sûdê xwe ji bo civakê hebe. Her têkiliyek di navbera wan de heye. Pêwîste xweza neyê parçekirin, nimûne ‘Wek obje û sobje’ zindî û mirî ji hev neyê qut kirin. Di bingeh de çiqas cûdabûn hebe, divê dijberî neyê kirin. Emê ne objektivîstbin, ne jî sobjektivistbin ya esas bigirin. Herdu jî nêzî hevin. Encama wan derketina heman cihî ye. Exlaqê kesan di krîzê de ye. Li gorî hiqûqa dewletê tê rêvebirin. Ji ber wê divê em civaka exlqî polîtîk avabikin. Exlaq ayîdê civakê ye. Tevî hemû talankirina jî, ya ku civakê li ser lingan digire exlaq e, ne hiqûqe. Lê belê exlaq divê ne weke çarenûsa xilaskirina civakê jî bi qirîz be. Ji bo civak xwe berdewam bike, divê xwe nû saz bike. Ji ber vê, hêzên moderniteya demokratîk heta di xwe de îqna nebe, bicih neyîn wê nekaribin li dijî îdeolojî û aliyê madî yê desthildaran şer bikin. Civaka sosyalîst, koledar, fodal û kapîtalîst hemû jî pênaseyên desthildaranin. Yek şêwazê civakê heye. Ew jî exlaqî û polîtîkbûn e. Pirsgirêk bi destê pergala desthildariyê çêdibin. Pêwîste bi destê civaka exlaqî û polîtîk bên çarserkirin.

Nûdem Seyhan


Yorum Gönder

0 Yorumlar