Em di demekî re derbas dibin ku hevsengî li çar aliyên cîhanê diguherin. Dema hevsengî diguhere, nîzama heyî ya li ser van hevsengiyan hatiye avakirin jî diguhere. Ji vê pêvajoya guherînê re dîzaynkirin tê gotin. Daxuyaniyên serokê nû yê Emerîkayê Donald Trump ku hêj dest bi wezîfeya xwe nekiriye, yên derheqê Kanada, Gronland, Panama û hwd. diyardikin ku wê di nîzama cîhanê ya heyî de guhertinên girîng çêbibin. Jixwe li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya dîzaynkirinê diqewime û ev pêvajo di nava nakokiyan de derbas dibe. Hevsengiya li Ewropayê jî bi şerê Ukranyayê re guherî. Hêza Rûsyayê bi şerê Ukranyayê şikest. Li Asya û Efrîkayê jî rewşeke wiha heye. Li vir jî di encama zêdebûna pêşketinên civakî, siyasî, leşkerî û aborî de hevsengiyên nû derdikevin holê. Xuyaye ku bi rêveberiya nû ya DYA’yê re ev pêvajoya ku Emerîka, Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya û Efrîkayê digre nava xwe, wê bi leztir û kûrtir bibe.
Dema mirov
li tiştên diqewime dinêre, xuyaye ku şer û pevçûn wê hîn kûrtir bibe. Her tiştê
diqewime, bêguman ji krîza modernîteya kapîtalîst derdikeve. Diyardeya ku em
jêre dibêjin qeyrana modernîteya kapîtalîst ne veşartiye û ne ku tiştekî nayê
famkirine. Pergala modernîteya kapîtalîst nikare pirsgirêkan çareser bike, dibe
sedem ku pirsgirêk hîn zêde bibin. Dibin sedem ku pirsgirêk hîn kûrtir bibin.
Ev rewş jî taliya talî bi şer û pevçûn encamê bide. Rojhilata Navîn yek ji wan
deverane ku pêvajoyên dîzaynkirinê yên herî nakok, herî dijwar û herî bi
pirsgirêk diqewime. Hem jeopolîtîk hem jî taybetmendiyên dîrokî, çandî û civakî
yên Rojhilata Navîn encameke wiha derdixe holê. Di rewşa heyî de em dikarin bi
hêsanî vê yekê bibînin û tecrûbe bikin.
Em dibêjin
ku Kurd teqez wê di avakirina Rojhilata Navîn de cih bigirin. Bê şik û guman
dema em vê dibêjin, îrade, hişmendî û rêxistinbûna gelê Kurd li ber çavan
digirin û em vê dibêjin. Kurd bi dayîna bedelên giran û êşên mezin gihîştine vê
astê. Bi hilweşîna Sûriyê re peymana Sykes-Picot jî têk çû. Ji ber vê yekê
Peymana Lozanê jî dema xwe derbas kiriye. Niha Rojhilata Navîn wê ji nû ve şikil
bigre. Di vê şiklê de sê navend derketin holê. Ev Tirkiye, Îran û Israîl’in. Ev
her sê hêz jî dixwazin li Rojhilata Navîn hegemonîk bibin. Ji bo vê jî her sê
jî dixwazin Kurdan bigrin aliyê xwe. Ji bo ku li hemberî hev bibin xwedî hêz,
heta ji bo parastina hebûna xwe jî pêwîstiya wan bi piştgiriya Kurdan heye. Ev
yek girîngiya Kurdan zêdetir dike. Gelê Kurd yê ku bûye hêzeke îdeolojîk,
rêxistinî û siyasî, hevkêşeya sedsalê guhertiye. Bi taybetî dewleta Tirk ji ber
vê guherînê xitimiye, ev rewş jêre zehmet tê.
Dijminatiya
sedsalê ya kûr a li hemberî Kurdan û nîzama siyasî-aborî ya li ser vê
dijminatiyê hatiye avakirin, guhertina paradîgmayê zehmet dike. Li Tirkiyê
qadên leşkerî, siyasî, aborî, dadwerî, çapemenî û yên din ev rantxwir belav
bûne û yekdestiyek jî avakirine. Ji aliyekî ve şert û mercên guherînê xwe ferz
dikin, li aliyê din jî ev kom bi tirsa windakirina statûya xwe tevdigere û li
dijî guhertinê radibe. Ji ber vê sedemê dewleta Tirk niha di nava krîz û
tevlîheviyeke giran de ye. Ji ber vê rewşê ye ku Rêber Apo muxatab digire, rê
vedike ku şandeya DEM Partî biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêkbîne û dike ku fikir û
pêşniyazên Rêber Apo ji aliyê partiyên siyasî yên li Meclîsê ve bên nîqaşkirin,
lê li aliyê din jî hemû hêza xwe ji bo plana tasfiye û qirkirina Kurdan
bigihîne encamê dide pêş û êrişî Kurdan dike. Nîşaneya vê ya herî zelal
nêzîkatiya li Rojava ye. Ji ber ku nêzîkatiya li Rojava nêzîkatiya li Kurdane.
Êrişên li ser Rojava bi awayekî zelal nîşan didin ku nêzîkatiya dewleta Tirk ya
li hemberî Kurdan neguheriye.
Pêvajoya
ku em tê de ne, pêvajoyeke bi vî rengî ye. Di vê pêvajoyê de têkoşîn ji her
demê girîngtir, pêwîst û diyarker bûye. Em weke gel têkoşîna xwe çiqas mezin
bikin û li hemberî êrişan li ber xwe bidin, hemû hêz û di serî de dewleta Tirk
wê neçar bimînin îradeya Kurdan li ber çavan bigirin. Hingê dewleta Tirk jî wê
pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Apo li ber çavan bigire. Tişta ku guherîn û
azadiyê bîne têkoşîne.
0 Yorumlar