Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Divê em bibin dengê Pexşan Ezîzî

 Jinên Ciwan ên Mexmûrê erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar kirin û ev peyam dan: “Em bi kuştin û êşkenceyan tune nabin. Divê em jin, bibin dengê tevahî jinan û taybet jî bibin dengê Pexşan Ezîzî.”

Armanc Herekol


Her ku diçe bertek û nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn, berfireh dibin. Di vê çarçoveyêde Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) cezayê dervekirinê yê li ser girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar kirin û bang li tevahî jinan kirin da ku bibin dengê Pexşan Ezîzî.

‘Em biryarên wan qebûl nakin’

Jina Ciwan a bi navê Pinar Bayar di destêka axaftina xwe de xemgînî û hêrsa xwe ya li hemberî biryara li ser Pexşan Ezîzî anî ser ziman û got: “Bi rojane bûyerên bi vî rengî tên jiyankirin. Niha jî biryara darvekirinê li jina Kurd Pexşan Ezîzî birîne. Em vê yekî qebul nakin! Em vê biryara Îranê bi tundî red û şermezar dikin. Divê demildest ev biryara darvekirinê bê rakirin. Ji bo dawî anîna vê biryarê jî gelek çalakî û nerazîbûn derketine pêş, em vêya pîroz dibînin. Divê em wek jin hêza xwe bikin yek. Divê em hîn zêdetir xwedî li jinan derbikevin û taybet jî divê em demildest xwedî li Pexşan Ezîzî derbikevin.”

‘Îran ji pêşketinên jinan ditirse’

Pinar Bayar destnîşankir ku ev bi salane rejîma Îranê li hember pêşketina jinan dibe asteng, rê li pêşiya jinan digire û wiha pêde çû: “Îran ji bo qetilkirina jinan hertiştî dike. Divê em vê hişmendiya qirêj ji holê rabikin. Di sedsala îro em tê de jiyan dikin, şerê hişmendiyê tê kirin. Ev şerê hişmendiyê ku jinê weke pirsgirêk dibîne, divê bê rakirin. Jina azad li her derê cîhanê dijî vê hişmendiya qirêj a mêrsalar têkoşînek bê hempa dimeşîne. Li Îranê bi hezaran jin ji ber parastina mafê xwe, niha di girtîgeha Evînê de têne girtin. Bi hezaran jin jî hatine darvekirin û rastî êşkenceyê hatine. Cezayê darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî ne ya destpêkê ye û ne ya dawî ye jî. Lê em dikarin bikin ya dawî. Bi têkoşîna xwe em dikarin dawî li vê zilm û hovîtiyê bînin. Îran ji pêşketinên jinan ditirse. Em bang li tevahî jinan dikin ku rabin ser xwe û em bi hevre ji vê zilm û hovîtiyê re bêjin bese!”

‘Her roj bi êşkenceyan re rû bi rû dimînin’

Li ser heman mijarê jina ciwan a bi navê Ozlem Apaydin jî wiha hestên xwe anîn ser ziman: “Em wek jinên ciwan ên li Mexmûrê, cezayên darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û li ser tevahî jinan bi tundî şermezar dikin. Dema em temaşe dikin, li Îranê girtîgehek bi navê Evîn heye û di wê girtîgeha bi navê Evîn de jin tên qetilkirin. Pexşan Ezîzî jî di wê girtîgehê de ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Em vê yekî qebûl nakin. Pexşan Ezîzî û bi dehan jinên weke wê ji ber daxwaza mafê xwe dîl hatine girtin. Her roj bi êşkenceyan re rû bi rû dimînin.”

‘Divê jin bibin yek’

Ozlem Apaydin di dawiya axaftinên xwe de ev peyam da: “Pexşan Ezîzî ji bo azadiya jinê û mafê rewa yên jinan kedek mezin dida meşandin, ji ber wê jî hat dîlgirtin. Em vê yekî şermezar dikin. Em wek jin divê pêşî li van êriş û biryaran bisekinin. Em bi kuştinan tune nabin. Hêza jin dikare dawî li van kiryarên qirêj bîne. Em divê bibin yek û vê feraseta qirêj ya dewletê ji holê rabikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar