Ticker

10/recent/ticker-posts

NÇHM û SZ ya Mexmûrê êrişên li ser Rojava şermezar kirin


Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê yên Wargeha Mexmûr, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û hunermendan bi tundî şermezar kirin.

Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên dirinde yên li ser Rojavayê Kurdistanê û hunermendan bi tundî şermezar kirin.

Bi kombûna hemû endamên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM), bi daxuyaniyekê êrişên li ser Rojava û hunermendan hatin şermezarkirin. Beriya ku daxuyanî were xwedin, di kesayeta şanogerê navdar Bavê Teyar (Cûma Xelîl) de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Berdevka Navenda Çand û Hunerê Helena Babat ve hat xwendin.

Video Player
00:00
02:30

Daxuyanî wihaye:

“Di serî de bi navê Navenda Çand û Hunera Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û Stêra Zêrin  sekna gelê Rojavayê Kurdistanê yê berxwedêr silav dikin û êrişên hovane yên dewleta faşîst û çeteyên wê yên li hemberî rojava şermezar dikin. Bejna xwe li beranberî hemû şehîdan ditewînin, sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfalaya lezgîn ji bo hemû birîndaran dixwazin.

Bi sedan salin dewleta faşîst ya Tirk li pêşiya aştî û biratiya gelan bûye kelemê herî mezin. Tevliheviyên îro li Rojhilata Navîn tê pêkanîn aktorê sereke dewleta faşîste. Êrişên îro li ser gelê Kurd didin meşindin jî nîşaneya vê ye. Dewleta faşîst ya Tirk, îro êrişên topyakun li hemberî hemû gelê Kurd dide meşandin. Ji ber wê çendê bi hovane êriş dike. Zarok, jin, kesên aştîxwaz dike armanc û şehîd dixwe. Lê bila herkes bizane gelê Kurd ji mirinê natirsin. Êrişên dewleta faşîst çend mezin û hovane be, wê berxwedana gelê Rojava hêj mezintir be.

Di van rojên dîrokî de berxwedanek dîrokî li hemberî dewleta faşîst û çeteyên wê tê meşandin. Ev berxwedan wê bibe wesîleya aramiya Rojhilata Navîn, wê bibe wesîleya parastina şeref û namûsa mirovahiyê. Li hemberî şervanên azadiyê bin ketine, ji ber wê hêrsa xwe li ser gelê medenî û saziyên xizmetê dirêjîne.

Şehîdbûna Bavê Teyar ji bo me gelê wargehê û hemû gelê Kurd xemgîniyek mezine. Bavê Teyar cihek xwe yê teybet di dilê her Kurdekî de heye. Divê hemû Hunermend Bavê Teyar bikin nimûneya xwe ya welatparêziyê. Bavê Teyar got; ” Em welatek dixwazin, qelenê welat ji ne erzane.” Raste ev welat wê bi xwîna hezaran xort û keçan were azad kirin. Di dawiyê de em bang li hemû dinyayê dikin ku li wan şervanên ku namûs û şerefa mirovahiyê parastine xwedî derbikeve. Her wiha em bang li gelê Kurd û dostên wan jî dikin xwedî li gelê Rojava derbikevin. Li kêleka gelê Rojava bisekinin û li herderî bikin qada serhildan û berxwedanê.

Wek hunermend û  gelê Wargeha Mexmûr, em cardin berxwedan  gelê Rojava silav dikin û em soz didin heta dawiyê emê li gel berxwedana we bin û emê li ser rêça Bavê Teyar û şehîdan bimeşin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedan Tişrînê’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar