Bersivên Gel:
-Zanebûna kese.
-Rast
zanîne.
-Pêşketina
mirove.
-Teşekirina
mirove.
-Rêbaza
pêşxistinê ye.
-Eyneyeke
ku her kes dikare xwe têre bibîne.
-Avakirina
karekterane.
-Disiplîne.
-Gihandina
giyana mirov ya ber bi başiyê ve ye.
-Asankirina
rêvebirina mirove.
-Yên
perwerde dîtine di fikirên xwe de azadin.
Bi demê re
fêrbûna mirovan ya bi jiyanê re, hemahengî û hevtemamkirina bi hevdû re
derdikeve pêş. Şert û mercên heyî mirovan neçarî hemahengî bi xwezayê re dike,
her ku dem derbaz dibe pêngav bi pêngav zanînên nû ji xwezayê fêrdibe û êdî wan
zanînan bi demê re dike parçeyek ji jiyana xwe ya rojane.
Xweza dibe
perwerdekara jiyana mirovan ya destpêkê. Ji ber ku mirov zindiyeke ku nikare bi
tena serê xwe di nava xwezayê de heyîna xwe bide berdewamkirin, ji ber vê
sedemê jî her tim pêwîstî bi hevdu dîtinê, dîtine û bi awayekî komî jiyana xwe
dane berdewamkirin. Li gorî gûhertin û vegûhertinên ku li ser rûyê erdê çêbûyî,
bandorî li ser pêşketinên mirovan jî daye çêkirin. Bi van pêşketinan re
pêşketinên ku ji xwezayê girtine, derbazî nava jiyana xwe ya komî jî kirine
ango di jiyana xwe ya civakî de jî pîvan, gûhertin, fêrbûn û afirandin kiriye
bingehekî sereke û weke sitandartên civakî bi demê re çêdibin û êdî mirov jî li
gorî pîvanên ku hatine diyarkirin, di nava civakê de şikil û şêwe didin civaka
xwe. Di nava hemû zindiyan de her çiqas rêgeza xwe têrkirin, parastin û
zêdekirinê bingehê berdewamkirina jiyanê be, li kêleka vêya ji bo mirov
perwerde jî dibe rêgezeke sereke ya pîvanên jiyanê. Li gorî fêmkirina
têgihiştina heyî û ji bo xwe girtî, ji nû ve xwe pê dide avakirin. Perwerde bi
demê re dibe yek ji sitandartên rêgeza qezenckirina kes ya di nava civakê de û
asta civakbûyînê derdikeve holê. Bi hezarî salan bi rêgez û pîvanên civakî,
çand, nasname û normên xwe yên pîroz jî, ji nifşekê derbazî nifşekî din hatiye
kirin ku weke xelekekê berdewamkiriye. Di nava wan rêgezan de weke normekî
sereke, rêgeza perwerdê jî cihê xwe girtiye. Em dikarin bêjin ev rêgez hemû di
nava pîvanên perwerdeya civakê re derbaz dibin. Ev bûye rastiyekî jêveneger ku
xwe nûkirin û têgihiştina civakî hertim ji fêmkirina mirov ya ji perwerdeyê
derdikeve. Di dîroka mirovahiyê de her ku diçe, pêşketina mejiyê analîtîk yê
mirovan çêdibe, her wiha serweriya wan ya li ser xwezayê jî zêde dike. Heta ku
vedigere li ser serweriya desthilatdariya di nava civakê de û rê li ber
sîstembûyîn û pergalbûyîna dewletê vedike. Bi vê pergalbûyînê re sîstema
pergala civakî jî êdî tê pergalkirin û tê beşkirin. Êdî perwerde ji nirxên
civakî wêdetir di nava vê sîstemê de çeka herî xurte ku êdî îdeolojiya xwe li
ser sazûman dike û birêve dibe. Êdî perwerde tenê sîstematîk û di astan de
bikartîne. Mînak ji kreşan bigire heta asta seretayî, navîn û amadeyî, zanko û
lîsansa biranşbûyînê, tenê dike armanca pîşekirinê di nava qalibekî ku di nava
çar dîwaran de, zanistê têde mehkûmê desthilatdariyê dike. Weke zanisteke
parçebûyî pêşkêşî civak û mirovahiyê dike. Perwerde ji cewherê wê hat qutkirin,
bi sîstemekî jiberkirî û têde tenê mirov weke robotekê avadike û dide pêş. Weke
mirovekî ku hestên hîskirina naskirina xwe, derdora xwe û xwezaya ku têde jiyan
dike jê dide qutkirin. Li beranberî vê sîstemê bê gûman sîstema perwerdeya
netewa demokratîk ya ku li ser bingehê civakek exlaqî, polîtîk xwe û hebûna xwe
hîskirin û dayîna hîskirin, bûyîna xwedî nasname, çand û zimane. Yekane armanc
afirandina kesayeta civaka exlaqî-polîtîke. Mirov dikare bêje perwerde
qezeckirin, avakirina kesayet, xwe naskirin û xwe gihandina zanebûna ku
hişmendiya civakê pêştêxe. Weke Rêber Apo dibêje; “Perewerdekirina zarokan ne erkê
desthialtarî û dewletê ye, erkê herî girîng yê civakê ye.”
0 Yorumlar