Her darek xwedî taybetmendiyeke. Her darek xwedî çîrok û dîroke. Xwedî team û sûdeke. Li Kurdistanê gelek cûreyên darên nebatan hene. Yek ji van daran jî Berû ye. Berû dareke berxwedêr û bi hêze.
Fariz Firaz
Li cîhanê
her ax û erdnîgarî li gorî xwe candaran dafirîne. Li welatê me Kurdistan jî
berû, mazî, benav, kevot, şehînok, êrvist, qaç, çinar, zergoz, bî, spîndar û bi
dehan cûreyên darên din yên bi ber û bê ber hene. Wek karçik, gihûş, kizwan,
fisteq, behîv, goz, mêw, sêv, xox, mijmij, hilû, hejîr û hwd. Her yek ji van jî
gelek cûreyên xwe lê çêdibin.
Her çiqas
li ser vê axê bêhesab cûreyên daran şîn dibin jî, dara sereke ya nav û dengê
xwe dide welatê me Berû ye. Berû, ji Merîwanê heta Dîlok û Efrîn, ji Meletiyê û
Qersê heta Kerkûk û Mûsilê li seranserê welête me hişîn dibe. Li zozan û
çiyayan, li mêrg û latan, li gelî û newalan, beşt û bilindahiyan, li hemû
deverên welat hişîn dibe.
Dara berû
dareke bi ber û berekete. Çiloyê wê weke alif didin pezê qer. Bizin ji çiloyê
pir hezdikin. Tenê li Botanê salê bi hezaran gurzên çiloberû dixin dêzeh û
zivistanê wî çiloyî didin bizinan. Dîsa payîzan dema berû çêdibin xwediyê pez
diçin çiyê û berûyan diweşînin kom dikin û tînin, zivistanê didin pez.
Ji wan
berûyan hinek şirînin û mirov dixwin. Di demsala zivistanan de mirov gelek
caran têxistin nava terafa tifik û sobeyan û dixwin. Pêşiyên me berê di salên
xelayê de berû dibirin aşî, dikirin ar û nan. Piştre nanê berûyan dixwarin. Ji
berê ve di avahiyên gundan de qurmê berûyan dihat bikaranîn. Zû bi zû kurm
nadin dara wê û kêzik û mêşik nakevin nava darên wê. Li dijî agir bi hêze.
Komira wê jî ji ya darên din çêtire. Yek ji darên herî zêde şîn dibin û têne
nasîn jî Dara Berûyê ye. Li ser dara berûyê gelek çîrok hatine gotin. Beriya ku
em derbasî hin çîrokên li ser wê hatine gotin bibin, divê em berê hinekî dara
berû nas bikin. Werin em bi hevre dara berû nas bikin: Berû, berî an darberû
navê darên
emirdirêj
a ji malbata Narewanane. Jîngeha darberûyan derbasî herêmên Deryaya Navîn heta
çiyayên Zagrosê dibe. Kevnarbûna darberûyan ji hezar salî zêdetire.
Dara berû
darek pîroze. Dema Dara Berûyê tê gotin hêz û jiyan tê bîra mirov. Remza hêz,
jiyan û berxwedanê ye. Hem axê û hem hewayê diparêze. Darek pir berxwedêre.
Dostê derdorê û oksîjenê ye. Sembola xwedawend û xwedayane. Her tim xwe nû dike
û dafirîne. Li dijî agir û birekan xwe diparêze û berxwedêre.
Dara Berû
li ser rûyê cîhanê pir zêde şîn tê. Ji avê û germê hez dike. Nêzî 400 cureyên
Dara Berûyê li ser rûyê cîhanê heye. Hin darên berû hene çar demsalan pelên wan
naweşin. Çar demsal şînin. Şax û qurmê wê pir bi hêzin û zû bi zû naşikên. Li
Kurdistan û Tirkriyeyê nêzî 20 cureyên Berû hene. Berûyên bizinan, berûyên beraz,
berûyên Kermes û gelek cureyên din.
Temenê
Berûyê pir dirêje. Heta nêzî 400 salan dijî. Teamê vê Berû ye. Dişibin
şanbelotan. Hinek ji wan zirav û dirêj, hinek ji wan qut û giroverin. Bi piranî
li erdnîgariya çiyayî û berf şîn dibin. Ji gelek zindîwer û giyaneweran re
malovaniyê dike. Gelek cûreyên çûk û kêzikan di nava darên wê de dijîn.
Li çiyayê
Cûdî, Gabar, Bagok, Liicê, Sason, Kato, Heftenîn, Çewlîk, Artos, Mereto,
Metîna, Zagros, Toros, Amanos, Bêzar, Nemrûd û gelek çiyayên Kurdistan û
Tirkiyeyê şîn dibin. Bi taybetî li çiyayên ku berf û barana wan zêde bin şîn
dibin. Li dijî ba, bahoz û bageran darek pir bi hêze. Gelek daristan hene tenê
ji darên berûyan pêk tên.
Dara Berû
pir hişke. Êzingên wê pir giran û zexmin. Agirê êzingên wê pir bi tîn û karbona
wê pir zêde ye. Li Kurdistanê êzîngên dara berû bi piranî ji bo firinên nan tê
şewitandin. Nanê agirê dara berû pir bi teame. Berû di boyaxê de wekî berhemeke
pir hêja ye. Çilo û berû wekî êmê sewalan jî tê bikaranîn.
Ji ber
êzîngên Dara Berû pir zexm û hişke, xerat vê darê ji bo alav û amûrên malan jî
bikar tînin. Hin kes ji qalikê dara berû çayê çêdikin û hin di parfumê de jî
bikar tînin.
Dara berû
di aliyê tendûristiyê de darek pir bi bereket û dermane. Li hin herêman jî
qalikê dara berû çayê çêdikin û ji bo gelek nexweşiyan dermane. Qalikê dara
berû di aliyê proteîn û vîtamîn de gelek dewlemende. Gelek nexweşiyan bêtesîr
dike. Hem birînan zû rehet dike û hem jî li dijî kêmê dermane. Pelê wê û qalikê
darên wê li dijî xuhdana dest û piyan dermane. Di aliyê karbonhidratê de
dewlemende. Ji fêkiyên wê re dibêjin pelût, pelît, belot yan jî şambelot.
Tê gotin
ku demên berê Qehweya berûyan jî dihat çêkirin. Barû tehlin. Gava ku ew hişk
dibin, tehlîtiya wan zêdetir dibe. Weke behîvane. Gava ku hişînin, têne xwarin
û piştre, ku weke behîvan hişk bûn, Qalikên
wan jî têne xwarin û li ser agir têne biraştin û xwarin. Ku berû hatin
biraştin, rûnek jê tê, ew rûnê wê bi mînaraliya xwe pir zêde tê nasîn. Bi
taybetî, li Kurdistanê li dora Cizîrê, Nisêbînê û hwd, pir zêde hene. Mirov ji
birçîbûnê rizgar kiriye. Di pêvajoyên dîrokê de dara berûyê şibandine bedena xwedawendan.
Ji bo ebedîbûn û bêmiriniyê peykerên xwedawendan ji dara berûyê çêkirine. Heta
demekê cezayê birîna dara berûyê kuştin bû. Hinek pêvajoyan jî dema ku kes
neçar bibe darek berûyê jêbike, divê di cihê wê de teqez yekî nû biçîne. Di
mîtolojiyan de jî timî tê dîtin ku her dar ku dema bê birîn cezayê wê heye. Li
ser goristanan çandina darên berûyê jî ji wê kevneşopiyê tê. Di baweriyên qedîm
de weke dareke pîroz hatiye dîtin. Berû hevalên rojên tengin, herî dawî di sê
mehên ambargoya Geliyê Qiyametê û Deşta Etrûşê li ser penaberên ji Bakurê
Kurdistanê hat meşandin de rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne ji berûyan bûya dibe
ku nîvê penaberan di Geliyê Qiyametê de ji birçîna bimriyana. Jixwe ji navê wê
diyare di gelek qiyametan de bûye stargeh û pişta welatiyan girtiye.
Sembola
hêzê ye
Di
mîtolojiyan de jî dara berûyê xwediyê girîngiyek mezin bûye û di nivîsan de cih
girtiye. Di baweriyan de wekî hêzê cihê xwe girtiye. Li gorî hinek efsane û
çîrokan keçên van daristanan hebûne û bi navê Dryad dihatin zanîn. Dibe ku koka
peyva dar ji navê keçên daristanê yên wê demê ketiye zimanê me. Ji vê gotinê jî
diyar dibe ku ew dareke qedîm a destpêka jiyanê ye.
Li ser
erdnîgariya Mezopotamyayê ji dîrokê heta niha neslê xwe li hemberî hemû talan û
wêraniya xwezayê domandiye. Her ku di operasonên li ser Botan û Zagorosan de
dagirkeran agir bi daristana wê xistine saladinê carekdin ji kolên xwe şîn bûye
û bi înad hebûna xwe domandiye.
Hunermend
Kijan Ibrahim Xeyat jî li ser bedewiya wê distire û bi strana xwe ya bi navê
dara berû dildariya xwe ya ji bo dara berûyê pênase dike. Emê li vê derê behsa
teybetmendiyeke din ya dara berû bikin. Ew jî berxwedêriya wê ya jiyanê ye.
Belkî dinyayê de kêm dar hene ku ewqas ber xwe bidin. Teybetmendiya vê darê ya
sereke; înata wê ya jiyanê ye. Ev dar, çiqas tê birîn ew qasî zêdetir dibe.
Çiqek tê jêkirin, şûna wî çiqî bîst şîn dibin. Darek tê birîn, li ber qurmê wê
darê sed ta tehr didin. Çiqas tê birîn û ewqas zehftir û geştir dibe. Dema agir
bi darîstanê dikevê û daristan dişewite, sala din cihê şewatê weke dexlê çandî
şîn dibe û şûna her darekî sed dar tehr didin û her der dibe kerx û devî. Vaye
sih-çil salin, çiyayên me têne şewitandin, lê welê jî cihên şewat pêketî dîsa
şîn, kerx û devî ne. Gelek cureyên din nemane, lê darên berû ne ji qurmê xwe,
lê ji rayê xwe şîn bûne.
Me got; ax
çibe candarê li ser jî ewin. Gotineke din heye. Dibêjin: “tu çi bixwî tu ewî.”
Bi hezar salane pezê me çiloyê dara berû dixwar û me jî şîr û goştê wî pezî.
Dîsa berûyên ku me didan pez me jî dixwarin. Nexwe em jî weke dara berû ne.
Çiqas em bêne kuştin û bêne qirkirin jî dîsa emê li ser koka xwe hişîn bibin.
Dostekê min ji mala Eliyê Ûnis hebû, bi gotina mamê xwe digot: “Keko netirse,
em hêjîrê tehtê ne...” Ez jî dibêjim em dara berû ne.
Li vê derê
divê em balê bikêşin ser tiştek din; bi jêkirin, birîn û şewitandinê dara berû
naqele, lê dema rayên wê bên hilkirin dar namîne. Mixabin van salên dawî, li
gelek deveran min dît ku bi kepçeyan daran ji ra ve hildikin û wan qurm û rayên
daran jî tinin, dişewitînin. Heyf û sed mixabin ev jî bi destê Kurdan tê kirin.
Destik ji dara berû ye. Dîsa rayê mirovan jî zimanê wane û îro me bi rayê xwe
girtiye û em ji bin axê derdixin (em bi zarokên xwe re Kurdî naxivin ku ew rayê
xwe ve bimînin) Û ew ra jî li wê derê qut dibe. Destik çiye? Destik em bixwe
ne. Ji dara Berû...Rêber Abdullah Ocalan bi boneya roja 4’ê Nîsanê di sala
2004’an de silavê xwe ji her kesî re dişîne û van peyaman dide; “Mîna dara Berû
ya 15 hezar salî me. Dara Berûyê pîroze. Ger çiqilkê min bêne qut kirin jî, min
biberidînin jî, hin pelên min biweşin jî, kokên min di kûrahiya dîrokê de ne.
Ji ber wê ye ku cardin dikarim xwe bafirînim. Bi wesîleya vê rojê cardin silavê
xwe bi taybet ji bo jinan, ji bo giştî gelê xwe dişînim û dixwazim vê bînim
ziman; ger gelê Kurd, vê rojê wek zayîna xwe binav dike, divê her derê bi
çandina darên Berûyê, şîn bikin. Çiya, kevir, divê her derê şîn bikin. Ji ber
sedsala 21. sedsala ekolojîke. Bi vê wesîleyê ji we re pêşniyar dikim, li her
derê darên Berûyê biçînin. Kes nikare bêje; “Berû neçîne...”
0 Yorumlar