Pêkanîna civakek nû ne gengaze, lê em dikarin civakên heyî yên ku formên xwe yên civakî jiyan dikin bi parêzin û wan di aliyê gihandina jiyanek xwezayî de perwerd bikin. Bê gûman civakên heyî gelek ji heyîna xwe ya destpêkê ango ji xwezayîbûna xwe dûr ketine. Ji bo wê pêwîste destpêkê em malbatên bi tendirûst li ser bingehê jiyanek hevbeş a zayendî pêkbînin. Ev jî bi perwerdekirina ferdên civakê gengaze. Ji ber ku jiyanek hevbeş a zayendî dikare civakê bigihîne xwezabûna wê ya destpêkê.
Di malbatê
de jî divê em destpêkê ciwanên xwe qezencbikin. Ji ber ku di jiyanê de hêza
herî mezin ya ku civakê nû dike, pêşdixe û rêxistin dike ciwanin. Ciwanên ku di
hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo berjewendiyên civaka xwe dixebitin, lêkolîn û
lêgerînên pêşxistina civakê dikin, teqez wê civaka wan jî hertim gavên serkftin
bavêjin. Lê dema em niha li derdora xwe temaşe dikin, ji ciwanan zêdetir kesên
bi temen hewldidin xwe pêşbixin. Di heman demê de bê mereqiya ciwanan a ji bo
xwe pêşxistinê metirsiyeke mezine li ser pêşeroja civakan. Em dibêjin ciwan
pêşeroja civakê ne. Ji destdayîna civakê ya ciwanên xwe, ji destdayîna hemû
nirxên xwe ye. Ji ber ku yên nirxên civaka xwe biparêzin û pêşbixin ciwanin. Bê
gûman siberoja civaka me di nava destê ciwanên me de ne, çiqasî biparêzin wê
ewqas mezin jî bikin. Çawan di mezinbûna darekê de av girîng be, di pêşketina civakê
de jî ciwan ewqasî girîng û binirxe. Em dikarin bibêjin ciwan şitlê civakbûnê
ye. Em çawa pêre eleqeder bibin, wê wisa şêwaz bigire.
Ji bo wê
yekê divê em ciwan û zarokên xwe ango siberoja xwe li ser pergala netewa
demokratîk ya azadîxwaziya jinê mezin bikin. Divê em di gava destpêkê de
hişmendiya zayentparêz ya ku hertiştî dixe di bin lingê zilaman de, ji zarok û
ciwanên xwe dûr bigirin. Her wiha zarok û ciwanên xwe di aliyên pergala netewa
demokratîk de perwerde bikin. Ger me karî em vê yekê pêkbînin, emê bikaribin
jiyana em qal dikin jî mîsoger bikin. Ya herî girîng jî divê em zarokên xwe li
ser bingehê jiyana hevbeş a zayendî mezin bikin. Jiyana hevbeş a zayendî hestê
mirovbûnê di hindirê mirovan de dayîna afirandine û mirovan hîn zêdetir nêzî
mirovbûnê dike.
Bê gûman
zayendparêziya ku ketiye hemû hûcreyên civakê, li hemberî pergala em qal dikin
gelek li berxwe dide. Taybet gûhertina vê hişmendiya kesan jî ne hêsane. Lê ger
armanc mezin be û têkoşîn bê dayîn, wê ev jiyana hevbeş a zayendî jî cihê xwe
di nava civakê de bike û civakê bi temamî bide gûhertin. Gûhertina hişmendiya
heyî bi gûhertina hişmendiya ciwanan pêkan dibe. Ciwanên di nava civakê de ji
vê gûhertinê re çiqas destdayî be, wê civak jî ji wê gûhertinê re ewqas
destdayî be. Ciwan di hemû aliyên jiyanê de dikare pêşengtî ji civaka xwe re
bike û civakê di hemû aliyan de bandor bike.
Ciwan koka
civakê ye, pêwîste di hemû gavên jiyanê de ciwan bên esasgirtin. Bi kijan gavan
dixwazin heyîna xwe bidin îsbat kirin, bi xwe diyar dike. Em dikarin bibêjin hem
benê daliqandinê yê civakê de destê ciwanan de ye, hem jî kilîla azadî,
pêşketin, rêxistinkirin û rêvebirinê di destê ciwan de ye. Hêza ku rê dide
ciwanan ango ciwanan perwerde dike bi qasî hêza ciwanan girînge. Qada perwerdê dikare
li gorî dixwaze şêwe bide ciwanan. Ger bi rêbazên baş were perwerde kirin wê
serkftinê bi xwe re bîne, dijberî vê ji bo
civakê metirsîdare. Ciwanên ji nirx û heyîna xwe ya civakî dûr dikevin, hêza
civakê ya afirandin û nûkirinê lewaz dixe. Ev jî bi demê re civakê tine dike.
Ji bo wê jî divê em ciwanên xwe bi parêzin û di aliyê nirxên civakî de wan
perwerde bikin.
Mahîr
Tunç
0 Yorumlar