Em ji xwedîkirina ajal û nebatan bigirin, heta kêlandina axê, heta bi ser vê re hilberîna aboriyê ya bi axê re dîsa jî rola jinê her tim diyarker e.
Civaka
ekolojîk, bijarde û lingê bingehîn ê avakirina Netewa Demokratîk û jiyana
Ekolojîk e. Di vê serdemê de ku zanist û teknîk di astekî gelek jor de têne
bikaranîn û her wiha derfetê jiyankirina hemû rihberan di gerdûnê de kêm maye,
ya ku ji van hemû pirsgirêkan re bi awayekî rasteqîne bibe bersiv bêguman
jiyana ekolojîk û rêxistiniya civaka ekolojîk e. Rêxistiniya civaka ekolojîk an
jî xwasteke xwe gihandina wê zanebûnê, tenê li hemberî qirêjiya hewa, av an jî
hawirdorê nîn e, di esasê xwe de em ji pirsgirêkên giştî yên ekolojîk bigirin
heta pirsgirêkên civakî, heta bidawîkirina şer û tevkujiyan ango li hemberî
kapîtalîzma wehşiyaneye ku hewldide xwe mezintir bike. mêtingeran ji mêj ve
herî zêde ax û dewlemendiyên wê xistine bin venêrîna xwe û xwe mezin û berfireh
kirin. Gund vala kirin û ew ax desteser kirin. Daristan şewitandin û li pêşiya
avan bendav û bend avakirin û bi vî awayî ango bi qirkirina xwezayê re temenê
xwe dirêj kirin.
Mijara ku
ez dixwazin bal bikşînim ser, mijara axê û komûna wê ye. Lê belê beriya vê yekê
divê mirov axê pênase bike û behsa girîngiya wê ya ku rihber û nebatan re bike.
Ew axa ku di beşa ekolojî û heta civaknasiyê de xwedî cihekî girîng e, ji hemû
rihber û zindiyan re derfetê jiyankirinê pêşkêş dike, ji bo wê şer û tevkujiyên
gelek mezin rû didin û her wiha berxwedaniyên rûmet, namûs û pîroziyê jî têne
kirin. Ax, tê wateya civakê, tê wateya şaneya bingehîn, hêviya jiyanê û reha
esasî. Tenê zindiyekî bê ax jî tine ye. Dema ku ax nebe, daristan jî nabin, dema
ku daristan nebin ajal û mirov jî nabin, her wiha tiştekî bi navê jiyan û
jiyankirinê jî nabe. Hemû jî weke helqeyên zincîrê bihev ve girêdayî ne. Ax
hêlîna te ye, ew welate ku tu tê de vedihewî, radigirî û diparêzî. Bê ax bûyîn,
tê wateya ku mirov bê nasname, bê kesayet, bê reh û bê bingeh be.
Di dinyaya
şaristaniyê de bi taybet jî di dinyaya Modernîteya Kapîtalîst de mirov her tim
bi awayekî berjewendîparêz nêzîkî xweza, gerdûn û axê dibe. Her tim bi awayekî
xirab nêzîk bûne. Dadgeha navend-mirov û sîstema nêrane xwe rêxistin
kiriye bi hezaran sal nêzîkatiyên xwe yên fetihkar û dagirker destpêkê li ser
qada ekolojiyê pêk aniye û hê jî wisa dimeşîne.
Di bingehê
hemû fetih, şer, tevkujî, koçberî û bê mirov hiştinê de daxwaza deramet û
qezenca desthilatiya aboriyê heye. Weke mînak, eger em herêma xwe binirxînin,
erdnigariya Rojhilata Navîn hema bûye navenda dagirkerî û şeran. Êdî ne ew axa
ku ji mirovahiyê re dergûştî dikir, bûye ew axa ku mirovahî jê direve û ew axa
ku ji mirovahiyê re dibe goristan. Her wiha ji dîroka destpêkirina şaristaniya
navendî heta îro axên Kurdistanê her tim rastî dagirkerî û talanê hatine.
Fetihkirina welatekê yan jî axekê, tê wateya ku bibin xwediyê hemû çavkaniyên
madî û manewî. Ev axên ku xwedî gelek çavkaniyên dewlemend in, mixabin ev gelek
serdem in ku di bihêzbûn û mezinbûna yekdestdariyê de bûne çavkaniyên gelek
hêja.
Di bingehê
van tevkujî û şerên ku têne kirin de jî endûstriyalîzm û hêzên sermayedar ên
yekdestdar hene. Di vê çarçoveyê de li ser axê hesab û kitabên xwe dikin. Di vê
wateyê de pirsgirêkên endûstriyalîzmê jî, yên deramet û sermayeyê jî parçeyekî
pirsgirêka ekolojîk in. Ji bo ku ev hemû pirsgirêk bi carekê bêne çareserkirin
jî divê di çarçoveya avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk de civaka
ekolojîk bê avakirin. Avakirina civaka ekolojîk jî divê ji bingeh ve bê
damezrandin û bi avakirina komûnên axê re peywendîdar e. Komûn, rêxistiniya
jiyana civakê ya azad û demokratîk e. Rêber Apo ku Komûnên ax, av û enerjiyê
pêşniyar kirin, komûna tendûristiyê, ya perwerdehiyê, ya ewlekariyê, ya aboriyê
û hwd. li qadeke jiyanê damezrandin wê di çareserkirina van hemû pirsgirêkan de
bibe hêmanekî sereke. Helbet, divê komûn destpêkê di hişmendiyê de bê avakirin.
Feraseta ez ezî ya sîstema kapîtalîst li ser hişê civak û ferdan serwer e. Bêyî
ku ev hişmendî bê şikinandin mirov rabe jiyana komûnal saz bike, wê hem şaş be
û wê hem jî nuqsan be. Civakekî bê komûn jî nikare behsa civakbûnekî azad û
demokratîk bike. Dema ku rewş bi vî rengî be jî divê mirov komûnan ava bike û
jiyana ekolojîk pêşbixe.
Weke ku tê
zanîn, dema ku mirov li dîroka civakan dikole, mirov dibîne ku civaka mirovan a
destpêkê bi ser ax û çandiniyê de jiyana xwe meşandine. Civakeke ku bi axê re
peywendîdar e û bi çandiniyê jiyana xwe didomîne (Civaka Xwezayî-Civaka
Neolîtîk) hebûna xwe bi şêweyekî komûnal û hevpar meşandiye. Ax,
hêmana sereke ya civakbûn û jiyana civakî ye. Ew axa ku hêmana sereke ya
hilberînê ye, li ser wê bicihbûna mirovan re hem ji aliyê madî û hem jî aliyê
manewî ve bûye wesîle ku çandekî manewî avabibe û di bingeh de jî jiyana
komûnal pêşxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re kûrtir û watedartire. Bi
mijûlbûna bi axê re civakbûn pêşxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re weke
têkiliya di navbera dayîk û zarok de bûye. Çawa ku li zarokên xwe mêze kiriye,
wisa jî ax parastiye û lê mêze kiriye. Ew jina ku bi ax û çandiniyê re mijûl
bûye, bi axê re hevcewher tê dîtin. Jina pîroz (Xwedawend-Dayîk), bi axa pîroz
re wekhev hatiye dîtin. Peyvên weke Xweza-Dayîk û Ax-Dayîk bi vê re girêdayî ne.
Em ji xwedîkirina ajal û nebatan bigirin, heta kêlandina axê, heta bi ser vê re
hilberîna aboriyê ya bi axê re dîsa jî rola jinê her tim diyarkere. Ji ber vê
jî di mijara avakirina jiyana ekolojîk de jî ji ber herî zêde jin nêzîkî ax û
xwezayê ye, herî zêde jin dikare xwedî li axê derbikeve û di wan komûnên axê
yên ku wê bêne avakirin de jî rola sereke bilîze û li her cihekê komûnên axê
damezirîne. Li cihê ku em xwediyê vê mîrateya çandî ya wiha dewlemend in, çima
em vê çandê radestî hinekî din bikin. Em bixwe mîrateya xwe ya çandî biparêzin
û xwedî lê derbikevin.
Dîcle Tekman
0 Yorumlar