Sal 1970,
di asîmanên tarîk de stêrkek dibriqî, şewqa xwe dabû gund, çiya, dar û berê
Kurdistanê. Zarokek li gundê Nerex çavên xwe li cihanê vedikir. Navê wî Silêman
bû. Silêman, di pêşeroja xwe de ji bo mafên hemû gelên mazlum wê bibûya
şoreşger û mîlîtanê gelê xwe. Silêman Gokalp bi nasnav Lezgîn di sala 1970’an
de li gundê Nerex a ser bi Şirnexê ve di nav malbatek welatparêz de tê dinyayê
û bi nirxên Kurdistanê mezin dibe. Li
gund dibistan heta Seretayî pênç dixwîne. Her çendî di dersê xwe de zîrek û
zane be jî ji bo dabîkirina malê dest ji dibistanê berdide û karê şivantiyê
dike. Rêheval Silêman bi zîndîbûn, rûkenî û henekên xwe ve dibe kêfxweşiya li
ser rûyê her mirovekî. Di her karê xwe de bi israr û dema karek bida ber xwe mîsoger
bi cîh tîne. Kesek kedkar, jêhatî û xwe ragir bû. Ji bo alîkariya her malbatek
ku li gund li beranberî êrişê dijmin hewl dida jiyanek bi rûmet jiyan bike,
tişta jê dahat xwastin bi fedekarî bi cîh danî. Wek roja me ya îro di wan salan
de jî dijmin hemû dema êrişî gundê Nerex dikir û ji bo gelê Kurd li hemberî
Tevgera Azadiyê bixe cerdewan hemû kiryarên xwe yê dirinde bi kar danî. Lê,
gundê Nerex ji bo parastina çand, nasname û Kurdewariya xwe ti carî tawîz
nedida. Rêheval Lezgîn jî di wî temenê xwe yê ciwan de li beranberî dijmin bi
wêrekî tev digerya û bi bedelê girtin û êşkence be jî bê deng nedima. Ev neheqiya
ku li ser gund dihat meşandin nikaribû qebûl bikiraba. Li ser vî esasî di sala
1988’an de berê xwe dide çiyayên azad.
Belê rêheval Lezgîn têkoşîna xwe ya
li beranberî dijmin ku li gundê Nerex dabû destpê kirin ji vir şûnda li çiyayê
Cûdî ku di dîrokê de bûye mijara gelek çîroka wê bigihanda lutkeyên herî
bilind. Berê li giyayê nemirinê digeriyan, îro jî li Çiyayê Cûdî ku abîdeya
serbilindiya Botanê ye, li azadiyê tê gerandin. Heval Lezgîn wek navê xwe di
demek kin de xwe di bîrdoziya Apoyî û di jiyana gerîla de pêş dixe û ji bo her
hevalekî xwe erka pêşengî hildide ser milê xwe. Di hemû şert û mercên jiyanê de
dibe xwedî îrade û berxwedanek bê hempa. Bi kesayeta xwe ya têkoşer ji bo
azadiya gelê mazlum û gelê Kurd bê navber têkoşya, bû yek ji milîtaniya li ser rêya
heqîqetê. Rêheval Lezgîn ji Besta heta lûtkeyên Cûdî dibe xwedî pratîkeke
gerîlatiyê ya bê navber û bi hêza xwe ya bêdawî azweriya azadiyê di dil û
mejiyê xwede zîndî hîşt. Rêheval Lezgîn di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 4 salan
de serkeftinên mezin bi dest xist û di gelek qadên çiyade şer kir, bi ser ket û
bû yek ji milîtanên mînak ên felsefeya Apoyî. Rêheval Lezgîn di sala 1992’an de
li Şînwan ya li ser Garzanê dikeve kemînek a xiyanetkaran û digihije karwanên
nemiran.
0 Yorumlar