Hesinkarê 40 salan Dîwana Haîder qala karê hesinkariyê yê ji bav û bapirê xwe girtî kir û wiha got: “Em kelûpelan bi keda dest û ji hesinê qayîm çêdikin. Niha jî gelek kes tên pirsa tevrên ku bavê min çêkirî dikin.”
Navenda Nûçeyan
Bi
dîtina hesin re çêkirina kelûpelên hesin li hemû cîhanê belav bû. Navenda
bingihîn ya çêkirina van kelûpelan jî Kurdistan e. Ji bo wê gelek hostayên
jêhatî li Kurdistanê kelûpelên gelek qayîm li gorî çanda Kurdewarî ya çandin û
xwedîkirina lawiran çêkirine. Lê bi derketina kargehên mezin yên çêkirina
kelûpelên hesin re ev hosta her ku diçin bê kar dimînin. Dîwana Haîder yê 58
salî ku ji gundê Horên yê girêdayî
Derbendîxan yek ji wan hostayê jêhatî yên kelûpelên hesînî çêdike ji
rojnameya me re axivî.
‘Jiyana
min bi vî karî re derbaz bû’
Dîwana
Haîder di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser hostekariya kelûpelên hesin
ya mîrateyê bav û bapîrê wî ji wî re hêlayî wiha got: “Ez ji bav û bapîrên xwe
fêrî vî karî bûme. Ev 40 salin ez vî karî dikim. Jiyana min bi vî karî re
derbaz bû. Di demê berê de hemû kelûpelên hesin yên wek tevir, tefşo, das û
hemû pêwîstiyên malê bi destê kesên temendar û hostayên jêhatî di hatin çêkirin.
Berê karê me gelek baş bû, lê niha karê me gelek kêm bû ye. Rûxmê wê jî ez debara
jiyana xwe li ser vî karî dikim. Ez ji demjimêr 9’ê sibehê heta 11:30’an kar
dikim, piştî nîvro jî demejimêr 14:00 dest bi kar dikim. Karê me di van deman
de gelek kême. Ez êdî nekarim mîna berê kar jî bikim. Destpêkê sê ciwan li ber
destê min kar dikirin, bi min re nedigihiştin. Piranî ez devê tevir, tefşo, das
û kelûpelên ji hesin çêdibin re mijûl dibim. Niha gelek kelûpelên ez li ser kar
jî dikim yên amade jî hene. Piranî li ser daxwaza kesan kelûpelan amadedikim.
Karê dest ji yên niha li kargehan tê çêkirin gelek baştire. Kelûpelên ji destê
me derdikevin salên dirêj dikarin kar li ser were kirin.”
‘Bavê
min hostayek bi nava û deng bû’
Dîwana
Haîder di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku nirxê karê dest gelek baştire
ji yên ku niha di kargihan de tên çêkirin û wiha pêde çû: “Dasên ku niha li ber
destê min e li ti cihî nayê peydakirin. Li welatên dewrûberê me van dasan bi
tenekeyan çêdikin û yek bi 2 hezaran di firoşin. Dasên ku ez çêdikim ez bi 15
hezaran di firoşim. Em kelûpelan bi keda dest û hesinê qayîm çêdikin. Niha jî
gelek kes tên pirsa tevrên ku bavê min çêkirî dikin. Bavê min hostayek bi nav û
deng bû. Lê niha bazara karê me gelek kêm bûye. Ev karê
kevin yê Kurdewariye. Ji ber ku kesên tên vê bazarê pirsa tevir û dasên bav
û bapirê min dikin. Tevrek ku bapîrê min çêkiribû, min da bi 40 hezaran. Lê em
niha tevrekê didin 10-15 hezaran. Berê min dikarî sê malbatan li ser vê kargehê
xwedî bikim. Lê niha ji gelek kême, ez ji kar hes dikim ji ber ku keda bav û
bapîrê mine.”
0 Yorumlar