Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo piştgiriya girtiyên azadiyê û şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya
şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan,
çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan li Saziya Ciwanan a
Mexmûrê hat destpêkirin. Merasîma çalakiyê bi kombûna xelkê wargehê bi deqeyek
rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Beriya ku
çalakî despêbike ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara ve
axaftinek hat kirin.
Yusif Kara di destpêka axaftinên xwe de komploya navnetewî
bi tûndî şermezarkir û got: “Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd wekî rojekî reş,
rojekî tarî ye û rojekî bêbextane em pênase dikin. Dijminê xwînxwar û
hegemonyayên faşîst ji bo di Rojhilata Navîn de û heta li seranserî cîhanê
hespên xwe bibezînin, li pêşiya xwe hinek astengiyên hemdemî yên ku projeyên ji
bo mirovahiyê pêştêxin û nehêlin projeyên wan serbikevin kesayetên wek Rêber
Apo di cîhanê de, derketin. Hhelbet li pêşiya projeyên wan asteng bûn, ji bo vê
astengiyê ji pêşiya xwe rabikin bi komployekî navdewletî, rûreşî û bêbextane di
kesayeta Rêbertiya me de li hemberî netewa Kurd pêşxistin û di 15’ê Sibata
1999’an de Rêbertî dîlgirtin û radestî dewleta faşîst a Tirk kirin. Em vê
komployê bi hemû hestên xwe şermezar dikin û rûreş dikin. Ji bo ev komplo
sernekeve, cangoriyan, pakrewanan canê xwe dan ber agir û gotin Kesek Nikare
Roja Me Tarî Bike, em wan pakrewanan bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li
beranberî wan di tewînin û em dibêjin wê ti carî komploger, faşîst û xayîn
negihijin armanca xwe, yê ku bigihije armanca xwe wê rastî be, wê heqîqet û
paradîgmaya Rêbertiya me be.”
Yusif Kara di dawiya axaftina xwe jî got: “Ev demeke dirêje
tecrîdekî girankirî li ser Rêbertiya me, wek tecrîdek derveyî exlaqê mirovahî
tê meşandin. Çawa ku komplo pêşxistin vê carê xwestin navbera Rêbertî û gel,
navbera Rêbertî û şoreşa tevgera azadî ji hev qut bikin tecrîd pêşxistin. Bi vê
tecrîdê biryarên taybet ku nimûneyên xwe di cîhanê de neyî danîn holê û li ser
Rêbertiya me pêktînin. Em wek gelê Kurd divê tecrîda girankirî ya ku li dijî
exlaqê mirovahiyê ye em bişkênin pêwîstî pê heye êdî netewa Kurd, li kuderê
dibe bila bibe divê destê xwe bêxe bin kevir ku em bikaribin di vê pêvajoya
teng de Rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad bikin. Wek gelê Mexmûr ev demekî
dirêje em di pêngavek ya çalakiyan de ne, dibe ku li gorî me kêm be lê
îradeyeke, baweriyeke ya bi Rêbertî û felesefeya Rêbertî ye, em dixwazin van
çalakiyên xwe hinekî din bi hêztir bikin, ji bo piştgirîdayîna zindanan,
piştgirîdayîna çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û seranserî cîhanê ji bo em jî
bikaribin bibin bersivek ji bo wê, divê em jî di formata çalakiyên xwe de
guhertinan çêbikin. Ji ber vê yekê beriya ku em bigihijin roja 15’ê Sibatê, wek
gelê Mexmûr em roja 13, 14, 15’ê Sibatê dikevin greva birçîbûnê. Ji 15’ê Sibatê
û şûnde êdî wê çalakî çawan were pêşxistin, helbet em wek gelê Mexmûr emê bi
girtiyên zindaran re û çalakiyên li seranserî cîhanê re dinava tevgerê de bin.”
Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Memûrê Yusif Kara,
dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar