Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 5’an berdewame

Çalakiya Nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan a li Wargeha Penaberan a Mexmûrê destpêkirî bû, bi koma 5’an berdewame.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 salin li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’an ango 29 mehin ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derveyî Kurdistanê çalakî tên li darxistin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 5’an didome.

Çalakî ji aliyê koma pêncemîn ve hat dewr girtin. Beriya merasîma dewr girtinê di şexsê Şehîd Denîz Firat de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma çaremîn Evîn Taş axivî.

‘Di şexsê Rêbertî de hemu civak tê tecrîd kirin’

Evîn Taş diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemu civaka Kurd tê tecrîd kirin û wiha got: “Wek tê zanîn ev qasî 25 sale Rêbertiya me dibin tecrîdek girankirî de tê girtin, lê li ruxmê tecrîd û êrişan tu caran dev ji berxwedana xwe ne berdaye. Di şexsê Rêber APO de îro Kurdistan, tevayî gelê Kurd û gelê azadîxwaz dibin tecrîd û êrişan de ye. Li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî li ser zarokên vî gelî tên bikaranîn, lê em dibînin kes dengê xwe dernaxe û herî zêde êriş li ser ciwanan tên pêkanîn. Me jî wek TCM û TJCM’ê bi berxwedaniya xwe û nîşakirina helwestên xwe xwest em li hember vê tecrîdê rawestin.”

‘Em tu caran dev ji heqîqeta Rêbertî bernadin’

Evîn Taş di berdewamiya axaftina xwe de helwesta ciwanan ya li hember tecrîdê wiha anî ser ziman: “Bila dost û dijminên Kurdan bizanibin heta ku ciwanek yê Mexmûr û gelê Kurd bimîne emê dev ji xet, heqîqet û Rêbertiya xwe bernedin. Ji ber ku niha dixwazin me bê Rêbertî bihêlin, lê em tu caran jiyanek bê Rêbertî ji xwe re qebûl nakin. Em ê dirûşmeya ‘Ciwan fedayê Rêber APO ne’ bikin esas û rastiya jiyana xwe. Bi taybet wek jinên ciwan çi dikeve li ser milê me û bedel çi dibe bila bibe em ê li ser vê xetê bimeşin. Wek ciwanên wargeha Mexmûr em bang li hemu ciwanên Kurd û ciwanên ku dibêjin em felsefeya Rêber APO diparêzin dikin, bila li hemberî tecrîdê serî rakin. Ji ber ku heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe wê tu civak jî azad jiyan nekin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber APO ne’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar