Ticker

10/recent/ticker-posts

Dewleta Tirk veşêre jî dîmenên derdikevin rastiyê nîşan dide!

Çiqas artêşa Tirk birîndar û kuştiyên xwe veşêre jî, di dîmenên ku tên parvekirin de rastî xuya dike. Di dîmenê ku hatiye berdestê me de ku li Şemzînanê hatiye kişandin, xuya dike ku gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk a di şerê li dijî gerîla de çêbûne û dewleta Tirk van kuştiyan vedişêre!

Armanc Herekol

Artêşa Tirk çiqas binketin, kuştî û birîndarên xwe yên di şerê li dijî gerîla de ji raya giştî veşêre jî, di dîmenên ku tên parvekirin de rastiya derew û binketinên wan didin nîşandan. 
Dîmenek derket holê, tê gotin ku li Şemzînan hatiye kişandin û di wê dîmenê de xûya dike ku artêşa Tirk birîndar û kuştiyên xwe ên ku li Herêmên Parastina Medyayê di şerê li dijî gerîla de hatine kuştin û birîndarkirin, bi ambulansan sewqî helîkopterê dikin. 
Di dîmenê de 4 ambulans xûya dikin û ev yek dide nîşandan ku gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. Her wiha di dîmen de xûya dike ku çend kesên birîndar bi ling û sê kesên ku nayê zanîn kuştîne an jî birîndarên giranin bi sedyeyan dibin li ber helîkopterê. 
Her wiha erebeyek a Toma û yek jî tîpa Akreb li wê cihê amadeye. 
Li ser van dîmenan gelek kesan nêrînên xwe parvekirine û dibêjin: “Dewlet çima dibêje şehîd nînin û em serketine. Çi karê me li Iraqê heye. Çima çapameniya Tirkiyê van rastiyan vedişêre.” 

Li gor Ajansa Mezopotamya parvekirî hat zanîn ku di nava 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîne Colemêrgê. 

Bi vê yekê cardin derew û rastiya dewleta Tirk diyar dibe. Çiqas artêşa Tirk veşêre jî ti caran rastî di tarîtiyê de namîne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar