Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Rêzan û Bawer li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê gerîlayê HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlayê HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Rêzan Botan ku li gel hevrêyê xwe Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’an de, di êrişa dewleta Tirk ya dagirker de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, li Wargeha Mexmûrê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Gerîlayê HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) bi merasîmekî girseyî hat bîranîn. Beriya ku merasîm destpê bike di kesayeta Şehîd Rêzan û Bawer de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd Rêzan hat xwendin, piştre li ser navê gelê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yûsûf Kara axivî.

 

Yûsûf Kara di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Rêzan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anîn û wiha axivî; “Hevalê Rêzan bi vê şoreşgertiyê, bi vê merdîtiyê ji vê şoreşê hêz girt, xwe bi şoreşê re kir yek, bedel dan û êş kişandin. Ji bo pêngava 15’yê Tebaxê zindî bihêlin û bikin serfiraziya netewa Kurdistanê, wan jî di vê şoreşê de tişta ku ketî li ser milên wan pêkanîn. Kur û keçên wek Rêzan û Rûken’an afirandin ku di vê têkoşînê de bêyî dudilî li ber xwe dan, canê xwe ji bo gel, çand, ziman û qewmê xwe feda kirin. Em dubare dibêjin serê Rêber Apo, hevrêyên wî yên di çeperan de di bin şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin û serê gelê Kurd yê welatparêz sax be.”

Herwiha li ser navê malbatê jî dayika şehîd Rêzan, Zelîxa jî wiha axivî: “Ez destpêkê berxwedana Werxelê, Zap, Avaşîn û Metîna silav dikim. Duh ne tenê parçeyek, dû parçe ji canê min çûn. Em gelek kêfxweşin ji ber ku di rêya şerefê de çû. Ji bo wê em jî dibêjin destpêkê serê Serokatiya me, hevrêyên wî yên di çeperan de li ber xwe didin saxbe û serê gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî sax be. Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo.”

Merasîma bîranînê, bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘ Bijî Berxwedana Gerîla’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar