Bersivên gel:
-Hêvi nebe, jiyan nabe.
-Rumeta mirove.
-Hêvî hebe, hertişt dibe.
-Hestê mirovan e.
-Naskirina kesayeta mirov e.
-Serkeftin e.
-Baweriye.
-Berdewamiya jiyanê ye.
-Gihiştina xeyalan e.
-Heqiqeta jiyanê ye.
-Felsefeya jiyanê ye.
-Hêza xwegihandina armancê ye.
-Enerjiya jiyanê ye.
-Şewq e.
-Mîsogerî ye.
-Renge hebûne ye.
Hêvî
têgîneke wîsaye ku ji bo kes an komekê ku di jiyana wan de têkildarî bûyerekê
li bendewariya encameke hestî ku girêdayî baweriyê ye. Hêvî weke têgîn pir aliyê
xwe yên cuda hene. Mirov dikare di her warê jiyanê de bikar bîne û ji bûyerek biçûk
a takekesî daxwaz û bendewariyên li pêşiya mirov ku hesreta wêye bikar bîne. Têgîna
peyva Hêvî li gorî zimanê Farisî tê wateya ‘bendewarî’ ango li hêviyê mayîn,
çavê wî/ê lê mayîn. Ev babet gotinek be, bûyerek be yan jî agahiyek be ferq
nake. Dîsa mîtolojiyê de têgîna hêviyê pir wateyên cuda li xwe girtiye. Têgîna Hêvî
di gelek mîtolojiyan de bi xwedawendan ve hatiye girêdan. Di mîtolojiya Yewnan
de têgîna Hêvî bi Elpîs ve hatiye girêdan û weke Elpîs bûye nîşaneya Hêviyê. Hêvî
mirov di sînorekî teng de ku bi bûyer an mijarekê ve nikare bide girêdan û
bifetisîne. Ji bo wêye ku xwedî wateyeke berfireh ji dilfirehî bigire heta
bendewariyê, ji serketinê bigire heta azadiyê, ji xatirxwestinê bigire heta dîtinê;
xwedî qadeke ya berfireh a wateyê ye. Bi taybet eger ku em vê peyvê bi Têkoşîna
Azadiya Kurd ve girêbidin, wateya xwe ya herî pîroz girtiye. Li vir peyva
Hesret ku dibe hevrêyê peyva Hêvî bide girêdan. Hesretên me yên salan niha bi Hêviyê
li bendê ne. Li vir peyva Hesret û Hêvî dibin du kezî ango du xwuşk û di yek bedenê
de wate dide û girêdayî ne. Ji bo wê gelek car li şûna ‘Hêvî’ gotina ‘Hesret’
tê bikaranîn. Nimûne; ‘Hesreta min ew e careke din wî bibînim’, ‘Hêviya min ew
e careke din wî bibînim’. Li vir bendewarî û daxwazeke ya dîtinê heye. Peyv ji
hev cuda ye, lê wate heman e, encama ku tê xwestin heman e. Hêvîkirin, hêvîdayîn,
hêvîjêxwestin girêdayî hesret û girêdanbûna wê ye, ev çi erênî be çi jî neyînî
be. Bi taybet jî ji bo serketin û benda encameke mezin mayî hêviyeke. Hêvî ew
hêz û vîne ku bi dest nayê girtin, bi çav nayê dîtin û tenê girêdayî bawerî
hêza girêdanbûnêye ku mirov li ser lingan digire. Têkoşîneke me Kurdan heye,
hêviya girêdan û bûyîna me ya parçeyek ji wê, wê hêviyê dide ku heta serketinê
girêdayî bin û hêviya me ya serketinê bîne tim zindî dihêle. Ev mijar ji bo
dîtina dayîk a zarokê xwe be, bendemayîna encama kedek mezin û serketinên mezin
be; ferq nake. Tenê kirde tê guherîn weke din heman e. Hêvî ew peyva ku mirov
li ser lingan digire nahêle bikeve, ew ronahiya di tarîtiyê de dixuyê ye; dîsa
ew gavên ku rêwîtiyê nehêle û domandina wê ye. Bi kurt û Kurmancî hêvî jiyan,
hebûn û îfadeya gihana wê mijar û bûyera ku jê hez dikî, girêdayî wê û ji wê
yî. Eger em hêvî weke amûrek îfade bikin, ax kok be av jiyan e. Hêvî jî ew tovê
ku jiyanê li ser bide şînkirine. Ax û av çawa heyînek nû diafirîne, hêvî jî bi
roleke ne kêmî wê heta gotin cih be, mirov ji mirinê û ketinê xilas dike û
zindî dihêle ye. Nefes e. Nefesek ku tim wî gewdî dihêle ya hesret û li bendê
bibîne û bigihêjî ye. Ji bo wê ye ku divê qet hêvî neyê winda kirin, hêvî
windakirin tê wateya qûtbûn û zeîfbûna girêdanê û baweriyê. Baweriya xurt a
girêdanbûnê dihêle ku hêviya mirov xurt be ya li bendê û çav li rê ye, bibîne,
hîs bike dawî li wê hesretê bîne.
0 Yorumlar