Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Li dijî çekên kîmyawî xwedî li gerîla derkevin’

Dayîkên gerîlayan yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê banga xwedî derketina gerîlayan li gelê Kurd, dayîkên şehîd û şervanan kir û wiha gotin: “Li her derê çekên kîmyawî qedexeye, lê li ser me Kurdan ne qedexeye.”

Jiyan Pîran

Rûxmê ku dewleta Tirk di sala 1997’an de peymana bikarneanîna çekên kîmyawî îmze jî kiribû, lê di sala 2019’an de li Serêkaniyê û çiyayên Kurdistanê çekên qedexekirî bikartînin. Di van salên dawî de rêjeya bikaranîna van çekan gihaye asta herî jor. Têkildarî vê mijarê dayîkên gerîlayan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Em Heval Baz ji bîr nakin’

Dayîka Cemîle Hilalî di destpêka axaftina xwe de karanîna çekên kîmyawî şermezar kir û wiha got: “Pêwîste gelê Kurd li hember karanîna van çekan derbikeve qadan û dengê xwe bigihînin cîhanê. Zarokên me hemû di tunelan de qetilkirin. Li giştî cîhanê karanîna çekên kîmyawî ya li ser zindiyan hatiye qedexkirin, lê ji bo gerîlayan ne qedexeye. Ez bang li dayîkên şehîd û şervanan dikim ku bi erkê xwe rabin û li zarokên xwe bibin xwedî. Heta cîhan avabe emê hevalê Baz û giştî hevalên di tunelan de bi çekên qedexekirî şehîd ketine ji bîr nekin. Xwezaya Kurdistanê bi çekan talan kirin. Êdî mar û dûpişk jî di Kurdistanê de nehêlan. Em dayîk cigera me ji ber zarokên me dişewite. Em bang li Kurdê bi şeref û namûs dikin ku li zarokên me bibin xwedî.”

‘Ma wijdan û îmana wan tine ye?’

Dayîka Fatma Hilalî jî destnîşan kir ku ne tenê zarokên wan, dewleta Tirk leşkerên xwe jî di şewitînin pêwîste dayîkên leşkeran jî li hember vê yekê xwedî helwest be û wiha pêde çû: “Ez bang li dayîkên gerîla, şehîd û dayîkên wan leşerên ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê di şewtînin dikim ku li hember vê bê mafiyê bibin xwedî helwest. Dewletên navnetewî yên ku bi destê xwe çekên qedexekirî didin dewleta Tirk, ma wijdan û îmana we tine ye? Mane tê dîtin ku li çiyayên Kurdistanê, keç û kurên me bi van çekan helandine. Ma gunehên zarokên me çiye vê yekê bi serê wan tînin? Em bang li dewletên navnetewî dikin ku çekên qedexekirine nedin dewleta Tirk.”

‘Emê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê’

Herî dawî Rûxweş Efrîn jî hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd, gerîla û xwezaya Kurdistanê bi bîrxist û wiha anî ziman: “Ez êrişên kîmyawî yên li ser zarokên me tê pêkanîn şermezar dikim. Ez bang li dayîkên şehîd û şervanan bi taybet yên Bakurê Kurdistanê ku bi hezaran şehîd û şervanên wan hene dikim, bila dakevin qadan. Dibe ku wek dayîk em nikarin biçin serê çiyan şer bikin, lê em dikarin bi çalakiyên medenî helwesta xwe diyar bikin. Li her derê çekên kîmyawî qedexeye, lê li ser me Kurdan û zarokên Kurdan ne qedexeye. Em ji bo gerîlayên di tunelan de şer dikin çibikin û çibêjin kême. Lê çi bê xwestin em amadene. Êdî bese ji vê bêdengiya cîhanê re. Ger bê xwestin emê dayîk hemû xwe bidin yek û berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.”



Yorum Gönder

0 Yorumlar