Ticker

10/recent/ticker-posts

Xazî Feysel: Yekitî nebe serkeftin çênabe!

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel anî ziman ku tişta herî pêwîst ji bo Kurdan yekitî ye û PDK dibin bandora dewleta Tirk de ye û ji ber wê yekê tevlî yekitiya Kurdan nabe.

Armanc Herekol

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel têkildarî yekitiya gelê Kurd û tevlînebûna PDK’ê ya ji bo konferans û civînên ji bo yekitiya Kurdan, ji ajansa me re axivî û bang li partî û aliyên siyasî yên Kurdan kir da ku demildets yekitiya xwe çêbikin.

‘Xala sereke yekitî ye’

Xazî Feysel di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ger Kurd yekitiya xwe çênekin, wê ti caran nekarin serkeftinê bidest bixin û got: “Hemû gelên cîhan û gelê Kurd jî dizane, ger em yekitiya xwe çêbikin emê bi hêsanî bikaribin serkeftinê bidestbixin. Dema em li dîrokê temaşe dikin, ruxmê hemû êrişan jî, gelê Kurd heyîna xwe parastiye. Li aliyek din jî, van êrişan bandorek mezin li ser yekitiya gelê Kurd daye çêkirin. Ji bo wê, pêwîste gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurdan, di yekgirtina xwe de bi israr bin ku bikaribin deng û nerazîbûnên gelê Kurd bigihînin cîhanê. Di dîroka hemû gelan de, yekitî xala serekeye. Pêwîste gelê Kurd, hem ji bo têkoşîna tê meşandin, hem jî ji bo siyaseta tê kirin, yekitiya xwe pêk bîne. Heta gelê Kurd, partî û rêveberên me, yekitiya xwe ava nekin emê nekarin peyama gelê Kurd bigihînin gelê cîhanê.”

‘PDK beşdarî yekitiya Kurdan nabe!’

Xazî Feysel di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser Peymana Lozanê û da zanîn ku PDK mîna her carê tevlî konferansa Lozanê jî nebû û bi vê yekê carek din rûyê xwe nîşanî gelê Kurd da û wiha pêde çû: “PDK ti caran tevlî konferans û civînên ji bo berjewendiyên gelê Kurd nabe. Di sedsaliya Lozanê de konferansek ya yekitiya Kurdan hat li dar xistin, lê wek her carî PDK beşdar nebû. Ev nêzikatî ji bo gelê Kurd gelek nexweş bû. Pêwîste tevahî partî û aliyên siyasî yên Kurd, beşdarî konferans û civînên yekitiya gelê Kurd bibin. Yekitiya me nebe, wê serkeftina me jî çênebe. Lê mixabin gelek partî wek PDK, di bin bandoriya dewleta Tirk û dewletên din yên dagirkerên Kurdistanê de mane û beşadarî van kombûnên Kudan nabin. Ev yek jî lewazbûna yekitiya gelê Kurd nîşan dide.”

‘Nebûna yekitiya Kurdan zerere’

Her wiha Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel, di nav axaftinên xwe de behsa sedema nehatina PDK’ê ya ji bo konferans û civînên yekitiya Kurdan kir û destnîşan kir ku yekitiya Kurdan ne di berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê de ne û wiha axaftinên xwe domand: “Rejîma Baas jî nedihêla yekitî û yekgirtin di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de çêbibe. Piştî hilweşandina rejîma Baas, niha jî deweta Tirk a dagirker nahêle yekitiya Kurd çêbibe. Bi taybet jî niha li Başûrê Kurdistanê PDK di bin bandoriya dewleta Tirk de ye û beşdarî kongra netewî nabin. Yên ku ji nebûna yekitiyê zerer bibînin, gelê Kurde. Dijminên Kurdan ji van nêzikatiyan sûd werdigirin. Di van sedsalan de tişta ku zerer dayî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd, nebûna yekitiya me ye. Dijminên Kurdan, gelek komkujî û qirkirin li ser Kurdan dane pêkanîn. Niha jî dewleta Tirk heman êrişan li çiyayên Kurdistanê pêktînin. Bila hemû kes bizane, tişta ku me bigihijîne serkeftinê, yekitiya me ye. Ji bo wê bang li tevahî partî û rêveberan dikim, ji bo serkeftin û Kurdistanek azad yekrêziya xwe çêbikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar