Ticker

10/recent/ticker-posts

NATO Û KENDAV: ÊRIŞ

 

Di navbera rojên 11-12’ê Tîrmehê de ku 15 jê girtî 18 rojnamegerên Kurd ji ber ragihandina rastiya li Bakurê Kurdistanê li Edliyeya Amedê dihatin darizandin, li paytexta Litvanya Vilniusê lûtkeya NATO’yê hat lidarxistin. Beriya ku ev lûtke bê lidarxistin serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di ser dijberî û dijminatiya xwe ya gelê Kurd de bi welatên NATO’yê re bazara erêkirina endamtiya Swêdê ya NATO’ê dikir. Kê jêre çi got nayê zanîn lê dema ku Erdogan ket ser rêya çûyîna Vilniusê peyamên cuda da. Ji bo erêkirina endamtiya Swêdê ya NATO’ê şertê qebûlkirina endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê da pêşiya welatên NATO’yê. Dema ku Erdogan ev peyam da, hinek aliyên Kurdan jî di nav de gelek derdoran angaşt kir ku Erdogan çerx dike û wê bi Kurdan re dest bi hevdîtinan bike û polîtîkaya xwe ya şer a li dijî Kurdan sist bike.

Xwendina êrişan

Bê gûman ev şîrove vala derketin. Ya rast Erdogan van şîroveyan vala derxist. Lewra bi vegera Erdogan a ji lûtkeya NATO’ê re artêşa Tirk êrişên xwe yên li dijî Qadên Parastina Medyayê zêdetir û tundtir kir. Heta di 24’ê Tîrmehê de artêşa Tirk li hinek herêmên Zapê ku xwe zivistanê jê vekişandibû li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê dest bi êrişeke nû kir. Bi van êrişan re li Bakurê Kurdistanê jî operasyonên nû yên leşkerî hatin destpê kirin. Ji van operasyonan jî diyar dibe ku berovajiyê şîrove û gotinên alî û derdorên ku digotin Erdogan bi Kurdan re dest bi hevdîtinan dike û terka polîtîkaya şer dike, Erdogan ji bo ku şerê xwe yê li dijî Kurdan “xurtir” bimeşîne hinek soz ji welatên NATO’ê girtiye. Divê ev êrişên demên dawî wiha bên xwendin. Eger wiha neyên xwendin wê hêviyên xapînok bên afirandin û wê ji van hêviyan ji bilî têkçûnê ti encamek dernekeve.

Çûna Kendavê

Peyamên Erdogan ên dema çûna welatên Kendavê jî girîng bûn. Erdogan, got ku ew ê ji deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê venekişin û êrişên xwe yên li dijî Kurdan bi komên paramîlîter ên girêdayî xwe re bimeşînin. Ji vê daxuyaniya Erdogan tê fêmkirin ku lûtkeya NATO’ê ji xwe re kiriye amûra qewimkirina dijberiya Kurdan. Ji bo xatirê ku Erdogan ango Tirkiye ji Rûsyayê dûr bikeve welatên NATO’ê jî di vê derbarê de hinek soz dane Erdogan. Di rojên pêş de bi “pratika” Erdogan wê ev soz hê bêhtir aşkere bibin. Çi balkêşe her dema ku berê Erdogan dikeve Ewropa û Emerîkayê dijberiya Kurdan tê hişê wî. Gotin di cih de be Ewropa û Emerîka ji Erdogan re bûne qiblegehên dijminatiya Kurdan. Lê çi feyde ji bo ku vê niyeta xwe bibe serî destmêja (pere-aborî) wî nexweşe. Ji bo ku di vê derbarê de destmêja xwe xweş bike jî berê xwe da welatên Kendavê. Mixabin ji bo xweşkirin vê destmêja xwe ya bi niyeta kuştina Kurdan jî Erdogan du Kurd (Cevdet Yilmaz û Mehmet Şîmşek) bi kar anîn.

Ji bîr nekin

Şer bi derfet û pereyan tê meşandin. Ji hêla dewletan ve eger derfet û pereyên te tunebe destê te girêdayiye û tu nikarî tiştekî jî bikî. Ji ber vê yekê divê Kurd ne kesên ku heta dawiyê ji bo qirkirina Kurdan biniyet in û dîplomasiya xwe di vê oxirê de bi kar tînin ji bîr bikin, ne jî Kurdên ku ji bo vê armancê bi awayekî dildar xizmet dikin. Eger Kurd nekevin vê ferqê wê hê gelek mirovên wan ên herî nirxdar ku ji bo doza azadiya welatê xwe têdikoşin winda bikin.

Kadrî Esen


Yorum Gönder

0 Yorumlar