Ticker

10/recent/ticker-posts

BI PÊŞENGIYA JIN WÊ PEYMANA LOZANÊ HILWEŞE


Dema em behsa Peymana Lozanê dikin, em behsa pêvajoyek ya sed salan dikin. Ev peyman sed sal berê  hatibû îmzekirin, di encama vê peymanê de Kurdistan hatibû parçekirin û siyaseta qirkirin, îmhakirin, bişaftin û derbederî meşandin. Bê gûman ev siyaset herî zêde bandora xwe li ser jin kir. Beriya vê pêvajoyê pergalek nû hatibû damezirandin, ew jî pergala netew dewlet bû. Ev pergal siyasetên taybet li hemberî civakê meşandin û di hindirê civakê de dixwestin di kesayeta jinê de vê siyasetê pêşbixin û jê encam bigrin. Dabeşkirina sinûran û siyasetên qirkirinê gelek bandorên nerênî li ser civakê kir, bê guman civak jî li hemberî van siyasetan bêdeng neman. Di şoreş û serhildanên mezin yên ku berê de çêbûne jinan jî cihê xwe têde girtine. Wekî di konferansa sedsaliya Lozanê de jî diyar dibû çiqas tevlîbûnek xurt ya jinan hebû. Ji peyaman bigre heta nîqaş û panêlan bandora vê peymanê ya li ser civakê û li ser jinan bi hurgulî hat nîqaşkirin. Helbet her kes dizane têkoşîna jina Kurd di roja îro de gehiştiye astekî ku deng vedaye tevahî cîhanê. Eger em li ser têkoşîna jinan ya di Kurdistanê de baxivin, têkoşînek têr û tejî ye. Lê di roja îro gehiştiye lûtkeyê ango gehiştiye fînalê. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî ev şoreş li ser bingehê felsefeya jina azad yanî îro jina Kurd bi nasnameyekî nû li meydanê ye, lewma em dibêjin Kurd bi têkoşîna xwe kariye Peymana Lozanê hilweşîne û bê wate bike her wiha rola jin jî di vê mijarê de hebûye. Jina Kurd di encama siyasetên piştî Peymana Lozanê de bedelekî pir mezin daye û bandorek pir mezin li ser çêbûye, lê wê wek berxwedan, wekî bersivdayîn, bertek nîşandan, tevlîbûna şoreş û serhildanan erka xwe bi cih aniye. Bersiva herî mezin ya li hemberî Peymana Lozanê pêkanîna yekîtiya netewî ye, helbet ev ji bo jinan jî mijarekî jiyanî ye. Pêkanîna Yekîtiya Netewî ya jinan wê rê li ber Peymana Lozanê û her cure îtifaqên bêyî vîna Kurd bigirin. Eger em weke gelê Kurd, wekî jinên Kurd nexwazin Peymana Lozanê, sedsalekî din li ser me bê ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li dijî parçebûnê derbikevin, di roja îro de ev erk û berpirsyartiya mezin dikeve li ser milê jinan. Ji ber ku di roja îro de jina Kurd bi nasnameya jina azad têkoşîna xwe berfireh dike û roj bi roj berdewam dibe, her wiha ji bo gelên cîhanê jî bûye mînak. Jina Kurd bi pirojeya Netewa Demokratîk, bi pergalekî nû ya demokratîk wekî alternatîfekê tevahî krîz, nakokî, êş û êşkence yên gelên herêmê ku bi Peymana Lozanê û sedema welatên dagirker û hegemonîk a li ser wan tê meşandin dibînin, helbet bersiva wê ji aliyê têkoşîna azadîxwazên Kurd û têkoşîna jinên azad ve tê dayîn. Siyaseta nîjadperestî, bişaftin, qirkirin û komkujî heta niha jî berdewame û metirsiyên mezin jî hene. Lê em dikarin bi vîna jina azad û wan destkeftiyên ku bi şoreşa Jin Jiyan Azadî îro hemû sîstem û rejîmên dîkdator yên wekî Îran, Tirkiye û Suriye bihejînin.

Di roja îro de em dibînin jina Kurd bi têkoşîna xwe bûye faktorekî ji bo guhertinên demokratîk û ji bo bersivdayîna van siyasetên nîjadperest û siyaseta qirkirinê. Îro bi sîstema demokratîk bi şêweyekî hevbeş li gel gelên din yên ku li gel me jiyan dikin, pêşengiya têkoşînê dikin. Îro jina Kurd rola pêşeng dilehîze. Lê ji niha û şûn de pêwîstiyekî heye ku divê lihevkirina jinan bê avakirin, eger jina Kurd yekîtiya xwe bi Kongreya Netewî ya jina Kurd re xurtbike û biserbixe, di heman demê de li gel jinên pêkhateyên din li ser esasê konfederaliya jinan di asta Rojhilata Navîn de were pêkanîn û bi taybet li gel jinên Ereb, jinên pêkhateyên din yên wek Tirk, Faris û li gel jinên cîhanê jî lihevkirinek çêbibe wê encamek baş derbikeve holê. Ji ber ku di roja îro de em dibînin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li seranserî cîhanê belav bûye, wekî hêviyekî dide tevahî jinên azadîxwaz ev jî wekî destkeftiyekê divê ji aliyê jinên Kurd ve bê parastin û ev erk dikeve ser milê jinên Kurd yên ku pêşengtiyê ji vê şoreşê û vê felesefeyê re dikin. Di roja îro de jinên Kurd dikare bêje tevahî cîhanê êdî kesek nikare îradeya gelê Kurd bişkêne. Îro li meydanê hêzekî xurt heye, hêzekî ku nikarin li ber çav neyêgirtin ew jî hêza jinên Kurd ên azade. Ev peyam gelekî girînge ku em bi hêza xwe ya yekgirtî bi yekîtiya jinên Kurd, yekîtiya jinên hemû partî û alîgirên siyasî, her jinek wekî erk û berpirsyariyên xwe ji bo parastina nasnameya Kurd û axa Kurdistanê êdî ev pêwîstiyekî jiyanî ye ku yekîtiya jinên Kurd bê îlankirin. Her wiha bibe bersivekî ji bo tevahî cîhanê û ji bo rakirina van siyasetên qirkirin, îmha û înkarê. Îro hêza jin wê bibe pêşeng ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya gelê Kurd û Kurdistanê, êdî tevahî cîhan jî bên wê nikaribin îtifaq û peymanan li ser gelê me û gelên herêmê bêyî berçavgirtina îradeya Kurdan û îradeya jina azad pêk bînin.

Di vê qonaxê de wek jinên Kurd tişta ku ji me tê xwestin em lez bidin konferansa netewî ya jinên Kurd. Em bikaribin di vê konferansê de yekgirtina xwe û yekîtiya netewî ya jinên Kurd ji bo tevahî cîhanê ragihînin û di heman demê de li gel jinên pêkhateyên din, gelên din em bikaribin pêşengtiyê ji bo vê qonaxê bikin. Bi wê ve girêdayî li îrade û nasnameya xwe ya wekî gelê Kurd û gelên herêmê ku li rastî siyasetên hêzên hegemonîk ku ji bo berjewendiya xwe îradeya gelan û mafê gelan binpê dikin, xwedî derbikevin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd ewe ku werin em bi hevre kar û xebatekî xurt ji bo konferansa netewî ya jinên Kurd bimeşînin û di heman demê de bi tevlîbûna jinên herêmê di serî de jinên Ereb û jinên pêkhateyên din ku em bi hevre bibin bersivek ji bo vê qonaxê û rê li hemberî van peyman û îtîfaqên ku li ser gelê me û îradeya gelê me tê ferzkirin bigirin. 

Zeyneb Mûradî 

Yorum Gönder

0 Yorumlar