Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di pêşengtiya (TJCM) û (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî turnoveya voleybolê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di turnovayê de tîma Şehîd Xebat bû yekemîn, tîma Şehîd Dr. Hogir bû dûyemîn û tîma Şehîd Ehmed Cemîl jî bû sêyemîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwan ên Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de, ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî ku roja 29’ê Tebaxa 2022’an di encama êrişa balefira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de li ber derê mala xwe hatibû şehîdxistin, turnevoya voleybolê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Herî dawî tîma Şehîd Xebat û tîma Şehîd Dr. Hogir gihiştin fînalê. Îro jî her dû tîman herî dawî leyîstin û tîma Şehîd Xebat bû yekemînê turnuvaya voleybolê ya Şehîd Ebûzêd Dêrhinî.
Hêjayê gotinêye ku tîma Şehîd Xebat (Semta 2) bû yekemîn, tîma Şehîd Dr. Hogir (Komîteya Tendûristî) bû dûyemîn û tîma Şehîd Ehmed Cemîl (Çapamenî) jî bû sêyemîn.
0 Yorumlar