Ticker

10/recent/ticker-posts

2. Komxebata Komîteya Jineolojiyê ya li Mexmûrê bi dawî bû

Komxebata Jineolojî ya ku îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya, “2. Şoreşa Cotkarî û Gundewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe” hatibû destpêkirin bi dawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her dû salan carekê komxebata Komîteya Jineolojiyê tê lidarxistn, îro jî 2. Komxebata Jineolojiyê bi dirûşmeya ‘2. Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ ku danê siharê destpê kirin, piştî nîvro jî bi nîqaş û nirxandinan berdewam kir.

Di komxebatê de xwedîkirina lawiran, avakirina gundên ekolojîk, her wiha li ser şoreşa jinê ya yekemîn û şoreşa destpêkê ya di dema neolotîk de hat nîqaşktirin. Di şoreşa yekemîn de ji bo mirovahiyê xwedî kîjan girîngiyan bû, amûrên ku jinê afirandîne hatin nirxandin. Çanda jin-dayîk çawa hat şikandin, pergalekî desthilatdar çawa desthilatdariyê hem li ser xwezayê û hem jî li ser mirovahiyê da meşandin û gelek mijarên girêdayî jineolojî nîqaş kirin.

Di nîqaşan de herî zêde mijarên vegera cewherê xwe, çanda xwe ya dayîk hate dest girtin. Heman demê di dûyemîn şoreşa çand û gundewerî de rola jin hate nîqaş kirin.

Di dawiya komxebatê de nêrîn û pêşniyarên ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk hatin girtin.

Komxebata Komîteya Jineolojî piştî nirxandinan bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar