Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi dirûşmeya 2. Şoreşa Cotkarî û Gundewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’, 2. Komxebata Komîteya Jineolojiyê destpê kir.
Li Wargeha Penabran a Mexmûrê ku her dû sal carekê komxebata Komîteya Jineolojiyê tê lidarxistn, îro 2. Komxebata Jineolojiyê bi dirûşmeya ‘2. Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ destpê kir.
Beriya ku Komxebat destpê bike ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî Songûl Gûler ve hat kirin.
Songûl Gûler di axaftina xwe de bal kişand li ser naveroka komxebatê û wiha got: “Me berê komxebata jineolojî dabû meşandin, îro jî emê li ser gundewarî xebat bidin meşandin. Weke Komîteya Jineolojî divê em bingehê vê paradigmayê dagirin. Ji ber wê me pêwîstî bi xebatek wisan dît. Mijarên me yên ku em li ser bisekinin vegera li çanda dayîkê weke jin, divê em çanda jinê baweriya jinê çima hemû maf ji destê jinê hatiye girtin, nîqaş bikin. Pergala mêrsalarî çawa li ser xwe li ser jinê ewqas bi hêz kir, armanc çiye hedef çiye bi tûndî li ser jinê de tê. Ji bo di pêşerojê de em hişmendiya jinê di nava paradigmayê de ava bikin divê rê û rêbazên wê çawa be emê çawa pêkbînin, di vê çarçoveyê de emê nîqaşan pêş bixin.”
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona di derbarê komxebata jineolojiyê de hate nîşandan. Piştre guftugo hatin kirin, mijarên ku li ser guftugo were kirin evin: “2. şoreşa çand û gudewarî de rola jin û bi vî awayî vegera çanda dayîksalarî, di şoreşa civaka xwezayî de rola jinê çibû?, Duyemîn şoreşa çand û gundewarî de rola jinê wê çibe û çawa be? Werin guftugokirin.
Herî dawî jî wê nêrîn û pêşniyar werin giritin û li gorî wê, komîteya Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe yên dû salan bike. Tê payîn heya êvarî komxebat dewam bike.
0 Yorumlar