Ticker

10/recent/ticker-posts

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê: Dorpêça ser Mexmûrê dijî hemû Kurdan e

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku dorpêça li ser wargeha Mexmûrê û şêniyên wê dijî hemû Kurdan e û bang li hêzên Artêşa Iraqê kirin ku ji wargeha Mexmûrê vekişin.

Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê di derbarê hewldanên Iraqê yên ji bo têlkirina derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Wargeha Mexmûrê cihê niştecihên penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ye ku dibin çavdêriya NY’ê de ye. Bi salane êriş û bombebarana li ser şêniyên wargeha Mexmûrê ne rawestaye. Bê aramî di nava welatiyan de heye, ji bo wê em dorpêça li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin.

Armanca dorpêçkirin û êrîşa Artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê ku bi salane ji mafên xwe yên tendirustî, xwendin û hwk… bê par hatî hêlan, bê xistina zîndanek ser vekirî de ye. Ev helwestek dijmirovîye.

Êrişa Artêşa Iraqê ya ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin û bi ti awayî ev êriş nayên qebûl kirin. Em piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê dikin û li gel wanin. Hêvîdarin Neteweyên Yekbûyî erkên xwe pêkbîne. Her wiha hêzên Iraqê jî ji Mexmûrê vekişin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar