Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha Mexmûrê jiyan dike ev bi salane ji bo debara jiyana mala xwe vî karî dike û dibêje: “Me bi saya çand û hunera xwe nasnameya Kurdewarî parastiye û divê em hîn pitir xwedî li çanda xwe derbikevin.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Hunera dest yek ji rêbazên herî esas a parastina çand û hunera civakê ye. Yek ji parêzvana çanda Kurdewarî, Taybet Mijîniye û niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî. Dayîka Taybet ev bi salane şeleme, parzûn, çente, doxîn û her wek din çêdike û bi vê keda destê xwe hem debara jiyana mala xwe birê ve dibe, hem jî dîroka civaka xwe diparêze.

Dayîka Taybet hîn di temenek biçûk de, xwe fêrî çêkirina tevin, şeleme, parzûn, çente û dûxînan dike û vî karî dide berdewam kirin. Ji ber zilma dewleta Tirk a salên 90’î dayîka Taybet jî neçar dimîne, ji gundê xwe derdikeve û ber bi Başûrê Kurdistanê ve penaber dibe. Di wê pêvajoyê de dayîka Taybet nedikarî vî karî bide berdewam kirin. Lê ji bo ku ew êş, zilm, êşkence û bê mafiyên li Kurdan û bi taybet li wan hatî kirin nede ji bîr kirin, careke din ev xebata xwe da meşandin û heta roja îro bi awayekî serkeftî karê xwe dike.

Ji karê xwe hez dike

Dayîka Taybet da zanîn ku ew bi saya karê xwe hem debara jiyana mala xwe dike û hem jî çanda civaka xwe diparêze û wiha domand: “Em carnan ji bo zarokên xwe karê dest dikin û carnan jî ji bo firotinê. Lê wek her derê li wargehê jî zêde eleqederiyek pê nayê dayîn û zêde nayên firotin. Lê ger ev berhemên me bên firotin û bên şandina ji derveyî welat, mirov dikare bi rehetî pêdiviyên xwe yên aborî dabîn bikin. Ev kar, çanda pêşiyên me ne. Em bi vê çandê pêş dikevin û tên nasîn. Ez piranî şeleme, parzûn, çente û doxînan çêdikim. Ez gelek ji vî karî hez dikim.”

Dayîka Taybet di heman demê de xebatkara Meclîsa Îştare û tîne ser ziman ku ew hem karê malê, hem yê Meclîsê û hem jî karê hunera dest bi hev re dikare bi rê ve bibe û destnîşan dike ku ger mirovek ji karê xwe hez bike, ti tişt ji bo pêşketin û meşandina kar nabe asteng.

Demê xwe vala derbas nake

Dayîka Taybet dibêje: “Li şûna ku ez li ber televîzyonê wextê xwe vala derbas bikim, ez karê xwe dikim. Yên ku bixwaze fêrî karê dest bibin, em dikarin fêrbikin. Zilam jî dikarin vî karî bikin, lê bêtir jin vî karî dikin. Şelemeya mezin ez heyvekî de xelas dikim û bi 100 dolarane, ya biçûk jî 50 dolaran difiroşim. Lê dîsa jî xelk dibêje pir bi bihaye.”

‘Ciwan ji fêrbûnê direvin’

Dayîka Taybet bal kişand ser qeyrana aborî û diyar kir ku bandora qeyrana aborî li kelûpelên wê jî bûne û wiha pêde çû: “Niha kelûpelên ku em bikartînin piranî giran bûne. Bandora qeyrana aborî li xebatên me jî kiriye. Herî zêde em dixwazin bi rîs çêbikin, lê rîs peyda nabe. Berê li Navçeya Mexmûrê hebûn, lê niha nînin. Em dixwazin ciwanên xwe jî fêr bikin, lê piraniya wan naxwazin xwe fêr bikin. Pêwîstî bi xwe fêrkirinê nabînin, karê wan tenê bûye telefon.”

‘Xwedî li çanda xwe derbikevin’

Herî dawî dayîka Taybet Mijinî ev bang kir: “Banga min ji bo hemû jinan ewe ku li çanda xwe xwedî derbikevin, çanda me dîroka me ye û dîroka xwe winda nekin. Ji bo parastina çand û hunera Kurdî ewqas şehîd tên dayîn. Eger ne bi saya çanda me ba, wê nasnameya me di dîrokê de winda bibûya. Ji ber vê yekê xwedî li çanda xwe derketin girîng e.”








Yorum Gönder

0 Yorumlar