Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê ji bo 15’ê Tebaxê lê da: 7 dagirker hatin cezakirin

Hate ragihand ku tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî yên girêdayî HPG’ê bi kordîneyî çalakiyên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirekr giran birîndar bûn, 2 çeper hatin rûxandin.


Li gorî ANF’ê, di saetên şevê yên Şemiyê de tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo silavkirina Cejna 15’ê Tebaxê çalakiyên kordîneyî kirin.

Di çalakiyê de ku gelek teknîk û rêbazên di nava hev de hatin bikaranîn, bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker bi giranî birîndar bûn, 2 çepar hatin rûxandin, cebilxaneyeke mezin a dagirkeran jî hate îmhakirin.

Hate hînbûn ku ji bo gerîla dest nedanin ser cenazeyan cenazeyê çar leşkeran bi dijwarî hatin bombekirin.

Tê gotin ku hê jî cebilxaneya dagirekran dişewite û navber navber dengê teqînan tê bihîstin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar