Bersivên Gel:
-Xwe
îfadekirina kes e.
-Rastî û heeqîqetê
îfade dike.
- Rêk û
pêk kirina jiyana kes, civak û netewan e.
- Bi wê
cûdabûna gel û netewan tên dîtin.
- Xwe
gihandina armanca xwe ye.
- Plan û
proje bi wê tê pêşxistin.
- Vegera
li rastiya xwe ye.
-Hişmediyek
e.
- Têgihînek
bingehîn ya mirovan e.
- Xwegihandina
heqîqetê ye.
-Reng û
şêwe girtina mirove.
- Hebûna
mirov îfade dike.
Descartes dibêje;
‘Ez dihizirim ku ez heme’. Li gorî Arîstotales jî tişta mirovan ji lawiran cihê
dike fikir ango raman e. Li gorî Kant jî hizirîn lêpirsîne. Lock jî ramanê wekî
zivirîna ber bi ruhê xwe ve û bidestxistina zanîna kar û barên xwe dibîne. Li gorî
Platon jî raman çalakiyeke zihnî ya di navbera şêwe-dîtin û rastî-xwezayê ya bi
hev re derdixe holê ye.
Bi sedan
fîlozofî li ser raman (fikir) nêrîn dane û xwestine wateyeke xurtir lê bikin.
Dema mirov
li wateyên jor dinêre, dibîne ku raman têgîneke esasî ya mirovan e ku bikare
xwe pê îfade bike, bide nîşandan û hebûna xwe ya îdeolojîk û fikrî raber bike.
Bê raman-fikir nabe. A li vir esas divê her mirov û her civat xwedî ramanek welê
be ku bikare rastiya xwe û heqîqeta xwe bide îfadekirin. Ji tiştek hêsan bigire
heta herî giran, eger di warê fikir de têgihiştinek baş nebe, mirov wê nikaribee
îfade û rengekê jêre peyda bike.
Gotina herî
baş ji bo vê yekê ku civaka me pir caran bikar tîne ya ‘Fikir û zikir divê yek
be’. Ev yek tê wê wateyê divê li gorî fikrê xwe tevger bikî. Li gorî rastî û
îdeolojiya xwe, nirx û cewherê xwe tevger bikî. Ne ku gotin tiştek be û kiryar
tiştek be.
Raman heman
demê rastî û îfadeya mirov a îdeolojîk e. Mirov çawa difikire, wisa şêwe û reng
li xwe dike. Ji bo wê dema tê gotin derbirîna azadiyê hatiye sînordarkirin an
astengkirin. Tê wateya neqebûlkirina wê ramanê bi hemû reng û şêwazê wê.
Ji bo wê
ye ku xwe îfadekirin û derbirîna hizrê xwe û têkoşîna ji bo wê tê dayîn, ji bo
hebûn û nasnameyê ye. Gelê Kurd jî bi salane ji bo ku bikare hebûn û nasnameya
xwe bi ramanê xwe îfade bike, têkoşîneke mezin daye û hê jî dide.
Serokatî afrênerê
fikreke ku 50’î sal in têkoşîn li ser tê kirin e. Ev têkoşîn ji vê ramanê, ji
heqîqeta vê derket. Bi gotina ku ‘Kurdistan mêtingehe’ derket û heta vê gavê
hat. Ango hema ji rêzê fikrek nîne, li pişt danehevî û dîrokeke qirkirin û
talanê ya mezin heye. Raman hema wisa mijareke ku ji rêzê bê girtin nîne.
Serokatî bi
vê ramanê, kete tevgerê, xist tevgerê û pêş ve bir. Têkoşîneke ya bê eman ku
xwe dispêre rastiya civakî ya hatî mêtingehkirin û derxistina wê ya ji bin
kavilan û gorê ye. Li ser esasê vê yekê Kurd xiste nava civakên cîhanê û got ku
Kurd heye, xwedî raman, xwedî cih û çand, nasname, hebûne.
Îro ku tu
ne xwedî fikir û proje bî, kes ber mirov nayê. Ji bo wê ye ku ramanek hebe,
rast be, bi hemû rengê xwe şeklê xwe hebe, bikarî xwedî lê derkevî û pêş ve
bibî wê demê wê her kes rêzê bigire û te qebûl bike.
Eger ku Serokatî
ne xwedî ramanek wiha xurt ba, wê encamên îro bi dest neketiba. Serokatî ewilê di
hişê xwe de fikir çêkir, xist ser kaxezê, bi proje kir û kete nava tevgerê. Bi
vê prjeyê gav bi gav di nava civakê de bi pratîk kir û rengê Kurdan derxist
holê. Civaka ku hatibû tinekirin, bi saya wê ramanê derxist, vejîn kir; kir
xwedî proje û niha bi reng, deng û nasnameya xwe ve li ser dika dîrokê ye.
Ji bo wê
girînge ku berî her tiştî divê raman fikrek hebe. Bi proje bikin û li gorî wê
bikevin tevgerê. Kengê ev yek hate kirin, teqez wê encam jê bê girtin. Ji bo wê
ye ku her ferdek bi ramanê xwe cuda ye, hebûna xwe cuda ye. A ji hev cuda dike
ew raman e, ya nêzî hev jî dike ew raman e.
0 Yorumlar