Ticker

10/recent/ticker-posts

JIN JIYAN AZADÎ SERBIXE AZADÎ


Ji dîrokê heta roja me ya îro jin ti carî dest ji têkoşênê bernedaye, her tim xwestiye azadiya xwe bi dest bixe û azad jiyan bike. Lê belê desthilatdaran jî herî zêde jin hedef girtiye ku tevahî civakê bi dest bixe. Ji ber ku dizanin eger jin neyê xistin, nikarin civakê bixin û desthilatdariya xwe bimeşînin. Wekî em ji dizanin îro li serî de her 4 parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî jin têdikoşin, şerdikin û li ber xwe didin. Lê dijminê jinan jî qet nasekinin û bi her awayî êrişî jinan, bi taybet jî erişî jinên ciwan dikin. Dixwazin bixin nav lepên xwe û şiklekî li gorî xwe bidin jinan, ji bo ku jin ji xwezaya xwe dûr bikevin, nasnama xwe nesnekin polîtîkayên şerê taybet pir kûr dimeşînin. Dixwazin bi rêya medya mecazî ji çanda xwe dûr bikevin, yan jî bi tacîz û tecawizan bitirsînin û bikin lîstokên destê xwe. Le di roja me ya îro de tekoşîna gerîla îlhama herî mezine ji bo jinên cîhanê bi fikir û felsefeya Reber Apo dixemilînin û dixwazin hemû jin tevlî vê têkoşînê bibin. Jinên ku ji xwe bawer dikin an ji îdeolojiya Reber Apo bawer dikin, ber bi rêya azadiyê ve dimeşin. Mînak di nav polîtîkayên Îranê yên ku jinan qet nasnakin de, jin bi her awayî têkoşîn dikin û dixwazin di kesayeta xwe de tevahî jinên Rojhilata Navîn ji tevlî vê têkoşînê bikin û dengên wan bigihije tevehî cîhanê. Ev jî dide nîşandan ku jin fikir û felsefeya Reber Apo wekî xilasbûyinekê ji destê dijmin dibîne. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî eger tenê wekî dirûşme were destgirtin dibe şaşîtiya herî mezin, ji ber ku ne tenê dirûşmeyeke di nava xwe de fikirekî pir mezin dide jinan û di heman demê de temsîlyeta tavahî jinên azadî dixwaze dike. Di nava vê dirûşmeyê de demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jin cih digre. Demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jin jî di nava xwe de cih dide rêyên Azadiyê, ji ber vê yekê eger mirov tenê bi çavê dirûşmeyekê mêze bike, nikare bigihije encamekê û li ser vî bingehî xwe azad bike. Desthilatdarên cîhanê hemû çima bi vî awayiye ku dema ev dirûşim tê avêtin ditirsin? Ji ber ku dizanin fikirê ku di nava vê dirûşmeyê de wê tevahî cîhanê biguherîne û desthilatdariyan birûxîne, li cihê vê jî fikirê Reber Apo bixin meryetê, em jî wek jinên ciwan bi vê fikir û felsefeyê despêkê kesayeta xwe pişt re tevahî cîhanê azad bikin. Hem wek jin û hem jî wek jinên ciwan pêşengtî bikin û xwe berpirsiyar bibînin, bibêjin Jin Jiyan Azadî û bihevre serbixin Azadî.

 Viyan Cûdî


 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar