Ticker

10/recent/ticker-posts

Hakan Fîdan li Bexdayê ye

Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xemîs Xencer li gel Serokê Îstîxbarata MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li Bexdayê civiya.

Di vê demê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan serdana Bexdayê kir.

Hat ragihandin ku Fîdan bi Serokê Koalîsyona Serweriya Sunniyan Hamîs Hançer re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya kanala UTV ku alîgirê Îtîfaqa Serwerî ya Suneyan e, di rojeva serdana Fîdan de ya li Iraqê PKK’ê û krîza siyasî ya Iraqê heye. 

Ev serdan piştî êrişa li Zaxoyê hate kirin, ku 20'ê Gulanê 9 sivîlên Ereb hatibûn kuştin. Piştî vê komkujiyê, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate xwestin ku dewleta Tirk a dagirker ji Iraqê derkeve.

Yorum Gönder

0 Yorumlar