Ticker

10/recent/ticker-posts

Apoçiyan 20 dagirker rêkirin dojehê

Berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên gerîlayan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.


HPG’ê got “Berxwedana dîrokî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk a mêtinger dabû destpêkirin, bênavber didome. Gerîlayên azadiyê bi awayekî fedaî şer dikin û di çalakiyên gerîlayan de 20 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker hatine birîndarkirin û çeperek jî hatiye îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi bombeyên taktîk nukleer ên şîddeta wan zêde û bi çekên kîmyewî, 10 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên hatine kirin ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a a Cenga Xabûrê ya Savaş Maraş de li herêma Metînayê;

Di 7’ê Îlonê de hêzên me dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî xistine bin kontrola xwe û saet di 09.30’an de bi çalakiya gerîla ya koordîne li dagirkeran dane. Bi taktîka sûîkastê û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û dagirker li qadê belav bûne. Li qadê jî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerên kûr çêbûne. Di lêdanên xurt ên hêzên me de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di dema şeran de milîtanên wêrek ên Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de hevrêyên me Çayan û Şahîn derbên giran li dagirkeran xistine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Çayan Goran

  Nav û paşnav: Harûn Hazir

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Cahîde – Mehmet Kasim

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Şahîn Bahoz

  Nav û paşnav: Qeddûr Şêx Salih

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

 Navê dê û bav: Fadîle - Xalid

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Metîna

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a a Cenga Xabûrê ya Savaş Maraş de di 9’ê Îlonê de saet di 08.45’an de tîmên me yên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Dagirkerên li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşoyê ji bo dagirkeriyê hewl dane rê çêbikin. Tîmên me yên bi tevger ev dagirker xistine bin kontrola xwe.  Vê koma dagirker ji 29 kesan pêk dihat û ji bo ewlekariya rê ketibûn tevgerê. Di 8’ê Îlonê de saet di 06.30’an de hêzên me bi çalakiya gerîla ya koordîne li dagirkeran dane. Milê yekemîn bi çekên ferdî û bombeyên destan, ji nêz ve li 4 dagirkeran dane. Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 dagirkeran dane û ceza kirine. Milê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li komek dagirkeran dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî bi giranî birîndar bûne. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li qadê belav bûne dane.

Di vê çalakiya xurt de 8 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana hevrêyên me yên ku li Girê Sor di êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatiye kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 9’ê Îlonê saet di 16.00 û 16.30’an de dagirker li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê dema ku ketin tevgerê, tîmên me yên gerok bi sûîkastê 3 caran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 9’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di 10’ê Îlonê de saet di 08.10’an de dema ku dagirkeran hewl dane çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê bombe bikin, bi taktîka sabotajê li wan hatine xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 9’ê Îlonê de saet di 11.20’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de çepera ku 4 dagirker tê de bûye hedef, 4 dagirker hatine cezakirin û çeperek jî îmha bûye.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî pêk aniye:

Di 9’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker û çeperên şer ên Şehîd Aryen ya li Qada Berxwedanê ya Çemço 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de çeperên şer Qadên Berxwedanê yê Girê FM û Girê Cûdî 10 caran teqemenî, bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 Di 9 û 10’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ya Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 9 caran bi teqemenî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

  Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 9’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, Girê FM, Girê Cûdî ve Girê Amediyê, drone geriyane.

Di 9’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Sîda 6 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de qadên Deriyê Hirçê û Kanîsarkê a li Garê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, Çemço û Sîda bi dehan car bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

 Di 9’ê Îlonê de arteşa Tirk a dagirker hewl da çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar