Bikaranîna çekên atom û kimyawî di hemû yasayên navdewletî de hatine qedexekirin û wek sucê şer tê hesibandin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo bidestxistina armancên xwe van çekên qedexekirî li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bikartîne.
Di naverasta meha Nîsanê ya 2022’an de dewleta Tirk a
dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişek berfireh a dagirkeriyê li ser herêma Zap,
Avaşîn û Metînayê da destpêkirin. Ji wê demê heta niha di navbera gerîlayên
azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerek dijwar didome. Li gorî
bîlançoya dawî ya HPG’ê, artêşa Tirk di nava du mehên derbasbûyî de 779 caran
çekên kimyawî li dijî çeperên gerîla bikaraniye.
Bikaranîna van çekan ya ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî
gerîla tê bikaranîn bi dehan car bi belgeyan hatine piştrastkirin. Her wiha ev
belge û dîmenên karanîna çekên kimyawî pêşkêşî zêdetirî 40 welatan hatine
kirin. Li parlementoyên gelek ji van welatan li ser mijarê hatiye axaftin. Lê
belê heta niha bi qasî tê xwestin ti helwestek li dijî artêşa Tirk nehatiye
nîşandan ku çekên kimyawî çekek qedexekiriye û berovajiyê hemû yasayên
navdewletî ne.
Artêşa Tirk a dagirker ji sala 2015’an ve van çekan li dijî
gelê Kurd bikartîne. Her wiha dewleta Tirk hewildanên ji bo pêşxistina çekên
atomî zêde kiriye û di van demên dawiyê de jî eşkere bû ku dewleta Tirk ‘Çekên
atomî yên taktîkî’ bikartîne.
Korgeneral ê pîlot Erdogan Karakûş ku ji artêşa Tirk teqawît
bûye, 23’yê Adara 2022’yan di bernameya televîzyonekê de bi van gotinan qala
çekên nukleerî yên taktîk ên di destê dewleta Tirk de kiribû: “Çekên nukleerî
yên taktîk di dema xwe de di destê hêzên me yên bejahî de jî hebûn. Ji aliyê
yekîneyên topavêjan ve tên avêtin. Hûn bi xwe diyar dikin bê çiqasî bila xisarê
bike. Xisareke kêm an jî zêde. Yanî ya li Japonyayê hatibû avêtin 20 kîloton
bû. Yên di destê me de nîv kîloton e.”
Leşkerê Tirk ê teqawît hewl da detayên mijarê eşkere bike,
lê balkêş bû ku qenala televîzyonê navber da weşanê. Ev gotin bûn mikurhatineke
girîng li ser hebûna çekên nukleerî di destê Tirkiyeyê de. Eşkere bû ku çekên
nukleerî yên taktîkê ku leşkerê Tirk ê teqawîtbûyî qalê dikir, di êrişên
dagirkeriyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê gelekî hatine bikaranîn.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di rojên
borî de di Bernameya Taybet a Medya Haber TV de got ku dibe ku artêşa Tirk bi
çekên nukleerî yên taktîkê êrişî Tepê Sor kiriye ku yek ji qadên berxwedanê yên
gerîlayên HPG û YJA Starê ye. Ev agahî jî spart gotinên gerîlayên ji Tepê Sor
bi saxî rizgar bûne.
Bikaranîna çekên kimyawî yan jî çekên atomî yên taktîkê bi
her rêjeyek be zerer û ziyanek xwe ya mezin dide mirov û xwezayê.
Derbarê bandora van çekan a li ser mirovahiyê û xwezayê
Mamostayê Beşa Zanista Kimya li Zanîngeha Silêmaniyê Dr Mihemed Tahir ji
Rojnews re axivî.
‘Di aliyê leşkerî de rê nayê dayîn çekên atomî were
bikaranîn’
Dr Mihemed Tahir da zanîn bikaranîna çekên atomî ji şerê
cîhanê yê duwem ve hatiye qedexekirin. Lê di warê çêkirina enerjî, germahî û
elektrîkê de rê pê tê dayîn. Her wiha got ku bi mercê ku mirovahî sud jê bibîne
rê pê tê dayîn were karanîn.
Dr Mihemed derbarê şêwazê bikaranîna van çekan de got:
“Çekên atomî bi rêya zanista kimya û fîzîkê tên çêkirin. Madeyên bi tîrêjên bi
hêz di pêkhateya wê de heye. Ew germahiya ku di dema teqîna wê de belav dibe,
digihe zêdetirî milyonek pileya germahiyê. Bi dehan sal tîrêjên wê li cihê hatî
bikaranîn dimîne. Çekên kimyawî gelek metirsîdarin û bi lez di nava hewayê de
belav dibe. Dema mirov ber van çekên kimyawî dikeve, hilkişana nefesê tê girtin
û mirov bi jehrî dibe.”
‘Tîrêjên ji çeka atomê derdikevin hûcreyan têkdidin’
Mamostayê Zanîngehê Dr Mihemed Tahir behsa bandora çekên
atomî kir û got, “Tîrêjên ku ji çekên atomî derdikevin hucreyên zindiyan têk
didin, bandora wê bi dehan sal dimîne. Her wiha wek nexweşiyek genetîk ji
bav/dayîkê derbasî zarokan dibe. Tenê bi derbasbûna dem û rêjeya madeya hatî
bikaranîn bandorê wê kêm dibe. Ji bo were zanîn ka ev çek hatine bikaranîn yan
na, bi rêya amêr û nimûneyên ji xak, av û hewaya deverê hatî girtin dikare were
zanîn.”
Di dawiyê de jî Mamostayê Beşa Zanista Kimya li Zanîngeha
Silêmaniyê Dr Mihemed Tahir got: “Nabe ev zanist bikeve destê kesên bê hiş û
xirab. Ji berku wisane wekî bikeve destê zarokek û bi siberoja mirovahiyê
bileyîze. Ez wek kesek akademîsyen xem dixum ku welatê min bi vî awayî bê
xwediye. Welatek mîna Tirkiye û Îran tên nava xak û sinorên me, lê ti helwestek
ya aliyan nayê dîtin li beramberî van binpêkirinan. Ev êrişên bi van çekan tên
kirin ziyanek zêde digihîne niha û siberoja civaka me.”

0 Yorumlar