Bi bihara gelan ya ku pêl bi pêl ji Tunusê destpêkirî heta niha li gelek dewletên Ereban berdewam dike, li Rojavayê Kurdistanê ji deng veda. Di wê pêvajoyê de zilm, zordarî, nebûna demokrasî, nebûna mafê gelan û pirsgirêkên bingihîn yên li Suriyê, gelê Suriyê serîhilda. Di nav de gelê Bakurê Rojhilatê Suriye û gelê Kurd ji li hember vê zordariyê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê serî li hember desthilatdariyê rakir. Ev şoreş ji bo gelê Kurd û tevahî gelên li Suriyê jiyan dikin bû hêviyek. Di nava vê şoreşê de gelek şoreşên din şoreşa çandî, şoreşa jinê, şoreşa ziman û şoreşa netewî derketin pêş û li ser bingihê bi îradebûna gel û rêvberina xwe têkoşîn kirin. Gelê me bi salan li benda rojek wiha bû, roja vejînê ya gelê Kurd û gelên bindest bû. Gelê Kurd û gelê din yên vê herêmê bi vê şoreşê re bûn xwedî îrade û xwedî sazûmaniyek bingihîn ya yekîtiya gelan. Cara yekemîn gel xwe bi xwe parastin, ne ji bo kesê ji bo xwe kirin. Ev gavek mezin ya dîrokî bû li dijî desthildaran. Di civakê de gel hem bû dixtor hem jî bû mamosteyê xwe. Êdî hizir û bîrê xwe bi zimanê xwe pêşxistin. Ev çirûsk li Kobanê destpêkir li tevahî gund, navçe û bajarê Rojavayê Kurdistanê belav bû. Li hember desthilatdar û zordaran têkoşîn kirin û bi serketin. Bi serkeftina şoreşê re destkeftiyên mezin yên bi xwîna şehîdan hatin destxistin, kirin hêza rêxistinkirina xwe û saziyên xwe avakirin. Saziyên di sala 2012’an de hatîn avakirin, roj bi roj bingihê xwe mezintir û xurtir kirin û bûn bingehê rêvberiya xweser. Di Çileya 2014’an de li seranserî Rojavayê Kurdistanê avakirina kantonan hate ragihandin. Ev şoreş bû hêviyek ji bo gelê Kurd. Destkeftiyên bi şoreşa 19’ê Tîrmehê hatîn bidestxistin gelek caran rastî êrişên çeteyan hatin. Lê şervanên YPG û YPJ’ê li hember çeteyan serî netewandin axa xwe bi canê xwe parastin û gihandin roja me ya îro. Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şervanê YPG û YPJ’ê êdî ne ji bo gelê Kurd ji bo tevahî mirovahiyê bûn parêzvan. Şervanên di şoreşa 19’ê Tîrmehê de axa xwe azad kirîn, di êrişa DAIŞ’ê de kerameta mirovahî parastin. Destpêkê dibin sêwana TEV-DEMÊ de gel xwe birêxistin kir. Ji bo pêşxistina sîstema heyî Rêvberiya Xweser hat îlankirin. Wek lingên serek yên rêvberiyê, hêza leşkerkî ya jin û xortan û hemû saziyên girêdayî rêvberiya civakê hatin avakirin. Lê ji ber ku model û paradigmaya rêvberiya Rojavayê Kurdistanê li dijî sîstema desthildariyê ye, her roj bi êrişên dewletên dagirker û desthildar rû bi rû dibin. Bi hezaran şehîd ji bo bidestxistina Sitatuya xwesertiyê hatine dayîn. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê gelê Bakurê Rojhilatê Suryê rêxistinbûyîna xwe xurt kiriye û bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê têkoşînek bê hempa dide maşandin. Îro ne tenê gelê Kurd hemû pêkahteyên Bakurê Rojhilatê Suryê ji bo parastina Rêvberiya Xweser û sîstema Netewa Demokratîk mil bi milên şervanên QSD têkoşîn dikin. Ev hêz bingihê xwe ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ya gel digire. Ji ber wê jî ji bo parastina vê şoreşê pêwîste wek gel têkoşîn bê berdewamkirin. Nirx dayîna şoreşê parastin û xurtkirina şoreşê ye.

0 Yorumlar