Hunermenda Kurd a binavê Newroz Silêman: “Şerê gelê Şoreşgerî ne tenê li ser milê leşkerî û siyasetmedaran e, divê berî her tiştî erka hunermendan be, ji ber ku hunermend pêşeng û eyneya civakê ye.”
XURBET TALLÎ - ROJEV
Hunermenda Kurd a bi navê Newroz Silêman ku endama TEV-ÇAND’ê ya Rojavayê
Kurdistanê ye, têkildarî rol, mîsyon û erka hunermendan ya di şerê gelê
şoreşgerî de ji rojnama me re nirxand.
Hunermend Newroz Silêman di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku ew
wek hunermend li ser mîrasê hunermendên weke Şehîd Mizgîn, Şehîd Sefakan û bi
hezaran hunermendên weke wan xwe gihandine roja îro û wiha pêde çû: “Mirov
dikare çand û hunerê ji dîrokê bigre dest, wek tê zanîn çîrok, destan û
serpêhatiyên gelê Kurd her tim bi êş bûn, gelê Kurd ev huner û kevneşopiya xwe
bi gotinî ji nifşekê derbazî nifşekî din kiriye. Em jî wek hunermend bi rêya
çêrok, serpêhatî û kevneşopiya Kurdan re vê hunerê dimeşînin û em bermahiyên
hûnerên wanin. Çîrok û destanên ku ji dest radestî dest bûne, wek destana
Derwêşê Evdî û Edûlê, Mem û Zîn û hwd ku ne ketîn xizmeta ferd û ez ezîtiya
hunermendan, ketine xizmeta gelê Kurd û her tim pêşengtî ji gelê Kurd re
kiriye. Di berê de hunermendan ji ber zext û zilma dagirkeran a li ser gelan nedikarin
li gorî tê xwestin rola xwe bilîzin, ne bi civakê re yekbûn û ne jî di
berxwedanê de xwedî helwestek diyarbûn.”
‘Piştî vejînek nû hunermendan karîn di nava civakê de
deng vedan’
Jixwe piştî vejînek nû di şoreşa azadiyê de bi fikir û felsefeya Rêber Apo
mirov dikare bêje hunermendan di nava civakan de deng vedan û helwesta xwe
diyarkirin. Ew kesên ku di nava gel û civakan de hestê xwe parve dikin, hêz û moralê
didin gel, her wiha xwedî vînin ewin hunermend. Mînak wek Şehîd Mizgîn, Şehîd
Sefkan, Şehîd Delîla û hwd. ku hem Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û hem
jî hunermendên gelê Kurd û heqîqetê bûn, canê xwe di vê rêyê de fedakirine û niha
bi hezaran kes şopdarê wanin. Wek hunermend ji bo em vê helweseta xwe di nava
tevahî cîhanê de bidin diyarkirin, divê li hemberî gefên dewletên dagirker yên ku
her roj li ser civaka me tên pêkanîn, helwesta me hîn bilidtirbe. Divê em bibin
bersiva rundikên çavên dayîkan yên ku li pişt pakrewanên xwe tilîlî didin. Mirov
dikare bêje Şerê gelê Şoreşgerî ne tenê li ser milê leşkerî û siyasetmedaran e.
Şerê gelê şoreşgerî divê berî her tiştî erka hunermendan be, ji ber ku
hunermend pêşeng û eyneya civakê ye. Divê erka herî giran li ser milê
hunermendan be û ew serê vê govendê bikişînin.”
‘Hunerê nexin bin xizmeta dijmin’
Hunermend Newroz Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê
hunermend xwedî sekin, exlaq, hestên civakî û helwestek diyar bin. Hunermend
dikare bi hunera xwe yekîtî û biratiya gelan ava bike. Wek hunermendek jin
banga min ji bo hemû hunermendan ewe ku li hemberî gef û zordariya dewletên
dagirker bi taybet ya dewleta Tirk xwedî berpirsyartî bin. Hunerê nexin bin
xizmeta dijmin, ez ezîtî û aborî de, hunerê bikin xizmeta gel û civaka xwe. Eger
hunermend ji bo yekîtî û bi hevre jiyankirina gelan xwe bikin yek û xwedî heman
bangê bin, wê kesek nikaribin vîna ti gelan bişkêne.

0 Yorumlar