Sîstema Kapîtalîst xwe di hemû cîhanê de bi terzekî taybet li ser lingan digre. Ji bo ku sîstema xwe ya çînewar û hegemoniyal xurt bihêle, divê her tim di nava alozî û qeyranê de be. Lîberalîzim, zayendperestî û faşîzim fikrê vê sîstemê di bingeh de avadikin. Bi van bîrdoziyan re her tim qirkirin, talankirin û wêran dike. Rast e, Kapîtalîzim bixwe lingekî yê moderniteyê ye. Sîstemeke ku bi bîrdoziyên herî paşverû re modernîteyekî avadike ku xwe bi rêya teknîka herî pêşketî rewa dike. Kapîtalîzim sermayedariyê esas digre û dide bawerkirin ku ewe dibe çareserî. Lê ev bixwe çavkaniya pirsgirêkan e. Tê wateya îflasê, îflas bixwe jî sîstemek şaristanî ye. Ya rastî avahiya şaristaniyan ew civakin ku li ser bingehê çand, exlaq û azadiyê jiyana xwe dan avakirin û parastin.
Aqilê
Sîstema kapîtalîst tirnak e. Ji bo berdewamiya sîstema xwe her dem hewl dide
hişmendiya xwe ya qirêj bixe mejiyê mirovan. Wisa hewl dide hemû nirx û exlaqa
civakê birûxîne. Ji ber ku ciwan pêşaroja civaka xwe ne, herî zêde dixwaze vê
dehşetê bi rêya teknolojiyê di mejiyê ciwanan de avabike. Eger em temaşeyî
dîroka mirovahiyê bikin, diyar dibe ku mirovên ku di şer de hatîn kuştin û di
şerê pêncsed salên dawî de qat bi qat zêdetir bûne. Ev kuştin di roja me ya îro
de bi awayekî fizîkî tenê berdewam nake. Ev sîstem hemû şeweyên teknolojî û
Şerê Taybet weke destdirêjî li ser exlaq, çand, ax û welat bikartîne. Her ku
ciwan ji çand, exlaq û civaka xwe dûrdikevin, ev sîstem xwe di kesayeta wanda
dide rûniştkandin.
Hemû
ciwanên ku ji çand û exlaqa civaka xwe dûr jiyan dikin, divê vegerin xeyal û
armancên xwe yên zarokatiyê. Di cewhera hemû mirovan de û bi taybet di ciwanan
de xwastek û xeyalên avakirina civakek hîn pêşketîtir û azad hene. Ji ber vê
yekê sîstema kapîtalîst bi taybet hewl dide ciwanan bi azadiyên sexte û
dejenerekirinê ji cewhera wan dûrbixe. Wisa jî her tim dixwaze ciwan û bi
taybetî jî Jinên Ciwan bixapînin û bi rêya nakokiyên ku ew jiyan dikin, wana
bikşîne nava kemîna sîstema xwe. Ciwanek ku di nava civaka xwe de tengbûnê
jiyan dike, lêgerinên wî ji derve hene. Sîstema kapîtalîst vê yekê bikartîne û
dixwaze ciwanan bikşîne nava metropolên xwe. Di van bajaran de ew ciwan ji çand
û civaka xwe qut dibin. Di metropolan de jî çanda sîstema modernîteya
kapîtalîst serwer e. Ev çand jî dixwazin li ser ciwanan ferz bikin. Weke
pêşketin û azadiyê didin nîşandan. Di bin de hemû nirxên civaka çandî û exlaqî
tên binpêkirin.
Ji
ber vê pêwîste em ciwan di vê mijarê de zêdetir lêpirsîn bikin, ka ev tiştê ku
ez dixwazim, bi rastî ev e? Bi rastî azadiye yan hewldanekî sîstemê yê ji bo
kîşandina min a di nava pencên xwe de ye?
Em
dikarin çûyîna zêde ya Jinên Ciwan û Ciwanên Wargehê ya ji derve weke mînak
destnîşan bidin. Bi taybetî çûyîna ciwanan ya bajarê Hewlêrê, mînakekî
bi vî rengî ye. Di wir de dijmin hîn hêsantir dikare xwe bigihînin ciwanên me.
Wisa jî şerê taybet herî zêde di warê derûnî de dide meşandin. Çawa ku ciwanên
me ji Hewler vedigerin, di pir ciwanan de sarbûnek ji çand û civaka xwe, ji bîrdozî
û pîvanên xwe, exlaqê civaka xwe û Şehîdên xwe jiyan dikin. Tiştê ku ciwanan
sar dikin û hêviyên wan dişkênin bandora sîstemê ye. Taybetmendiyên ku di
kesayeta ciwanan de derdixe pêş, zêdetir liberalizim û ez ezîtî ye.
Li hemberî vê tiştê bi taybet weke ciwanên radîkal,
exlaqî û polîtîk, divê em wek Ciwan têkoşîna xwe ji bo civakekî pêşketîtir û
azad di nava sîstema modernîteya demokratîk de xurtirbikin. Encex em wisa
bikaribin xeyalên xwe yên zarokatiyê bi sîstema ku Rêberê me Abdullah Ocalan
avakirî, derxînin rastiyê.
JIYAN ŞENGAL - ROJEV

0 Yorumlar