Encamnameya Konferansa Lozanê ya bi tevlîbûna nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdan û rewşenbîran hatibû lidarxistin hate eşkerekirin.
Di 24’ê Tîrmehê de li avahiya ku Peymana Lozanê hatibû
îmzekirin bi tevlêbûna nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdan û rewşenbîran
Konferansa di Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê
hatibû lidarxistin. Encannameya konferansê hate ragihandin.
Encamnameya Konferansê:
“Li ser banga Komîteya Kar û Xebatên Sedsaliya Peymana
Lozanê; em nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî, di 24’ê
Tîrmeha 2022’an de roja yekşemê, di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de,
li bajarê Lozanê li salona ku peyman tê de hatibû îmzekirin kom bûn. Me bi navê
‘Di Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelen Kurdistanê’
konferansek li dar xist.
99 sal beriya niha li bajarê Lozanê, konferansek navdewletî
kom bû û di encamê de peymanek hate îmzekirin. Di encama wê peyamanê de Kurdistan
hate parçekirin û li ser çar welatan hate dabeşkirin. Nûnerên gelê Kurd di wê
konferansê de amade nebûn, pirsa rewşa Kurdan nehate kirin. Lê li ser qedera
Kurd û Kurdistaniyan biryar hatin standin û Kurd tune hatin hesabkirin. Peymana
Lozanê, erêkirina navdewletî ya qirkirin û jenosîda li ser Kurdan e. Di heman
demê de gelên Ermen û Asûrî, Suryan û Kildan jî, bi eynî aqîbetê re rûbirû
hatin hiştin. Peymana Lozanê ne tinê biryara qirkirina Kurdan e, di heman demê
de erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û Jenosîda 1915’an e jî.
Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, li Kurdistanê demeke reş û
tarî dest pê kir. Gelê Kurd bi qetlîaman re rû bi rû ma û xwestin gelê Kurd ji
holê rakin. Li bakurê Kurdistanê ji sala 1925’an heta 1938’an li seranserî
bakurê Kurdistanê sed hezaran Kurd hatin qetilkirin û gelek deverên Kurdistanê
hatin valakirin. Polîtîkayên qetlîam, êşkence, birçîhiştin û asîmîlasyonê li
parçeyên din jî berdewam kirin. Peymana Lozanê li Başûr, qetilkirina sed
hezaran e, Enfal û Helebçe ye, li rojhilat serkutkirina Şino, Mihabad û Sine ye
û qetilkirin û darvekirina pêşewa û şoreşgeran e, Cihada Xumeynî ye, komkujiya
Qernê û Qelatan e, li Rojava şewata Amûdê û kembera Erebî ye, li Bakur
qetlîama Dêrsim û Gelyê Zîlan e, êşkenceyên zindana Amedê ye. Peymana Lozanê,
di navbera Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava de, têlên bi stîrî ne, milyonan
mayînên çandî ne, li wan sînoran çavên kor û dest û lingên jêkirî ne. Bi kurtî
Peymana Lozanê xencera di dilê Kurdistanê de ye. Peymana Lozanê îro jî êrîşa li
ser Kobanê û Şingalê ye, jenosîda bawermendên Êzidî ye, dagirkirina Kerkuk,
Efrîn û Serêkaniyê ye, qetilkirina kolberan e; li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî
şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye.
Li gel evqas zor û zehmetiyan jî, gelê Kurd li hember
encamên Peymana Lozanê li ber xwe da û gihişt roja îro. Eger em şert û mercên
1923’an û yên îro bidin ber hev; di 1923’an de hêza gelê Kurd lawaz û ji hev
belav bû, lê îro hêza gelê Kurd di hevsenga herêmê de bi bandor e. Îro li Başûr
statuyek federal heye, li Rojava statuyek defacto ya deh salî heye, li Bakur û
li Rojhilat tevgera rêxistinkirî ya azadiyê û berxwedanek mezin heye. Wê dema
ku peymana Lozanê hatî îmzekirin, di asta navneteweyî de Kurd nedihatin
naskirin, nav û dengên Kurdan nedihate bihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de
Kurd xwedî rol in, xwedî gotin û xwedî dost in. Di dema muzakereyên Lozanê de,
di nav heyeta Tirkan de bi tenê Kurdek hebû û ew jî Kurdekî xayîn bû. Lê niha
di heman salonê de, nûnerên Kurd û Kurdistaniyan dikarin kom bibin û dengê xwe bigihînin
cîhanê.
Li gel vê rewşê jî, em hê negiştine azadiyê, hê piraniya
welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê kun kiriye lê me ji holê
ranekiriye. Piştî 99 salan jî, dîsa dijminên me planên qirkirinê li ser me
çêdikin û dimeşînin. Dixwazin Peymana Lozanê weke ku heyî li ser me sed sal din
jî pêk bînin û deskeftiyên me ji destên me derxînin.
Li hember Peymana Lozanê, bersiva herî mezin pêkanîna
yekîtiya neteweyî ye. Jixwe ev peyman welatê me û gelê me parçe dike û me ji
hev dûr dixe. Eger em naxwazin Peymana Lozanê sed sal din jî li ser me bê
ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yekdengî divê em li dijî vê
parçebûnê derkevin.
Di Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê û
li salona ku peyman lê hatî îmzekirin, em nûnerên gelên Kurdistanê me
konferansek pêk anî û em van biryar û xalên jêrîn ji raya giştî re radigihînin:
Peymana Lozanê, bêyî ku ji gelê Kurdistanê bê pirsîn hatiye
çêkirin û welat û gelê me parçe dike. Em wek nûnerên gelên Kurdistanê vê
peymanê red dikin.
Konferans, bang li Neteweyên Yekgirtî, dewletên ku ev peyman
îmzekirî û hemî hêzên peywendîdar dike û dibêje, werin em bi hev re
konferanseke nû li dar bixin û gorî rastiya herêmê û heqaniyetê, em peymanek nû
çêkin.
Kurdistan yek welat e, gelê Kurd xwedî mafê çarenûsa xwe ye.
Konferans, Tekoşîna Azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê tê
dayîn, li hember hemî cureyên dagirkeriyê û parçekirina Kurdistanê, karê sereke
dibîne û silav dike.
Konferans, gelê Asûr, Suryan, Kildan û hemî gelên li
Kurdistanê dijîn, wekî mexdûrê Peymana Lozanê û hemqederên gelê Kurd dibîne û
têkoşîna azadiya wan gelan silav dike.
Konferans, xwedî li deskeftiytên başûrê Kurdistanê derdikeve
û kar û xebatên ji bo vegerandina deverên dabirayî (Deverên Maddeya 140),
destek dike û xwedî lê derdikeve.
Konferans, kar û xebatên lêgerîna statûyek fermî ya jibo
Rojavaya Kurdistanê û azadkirina deverên dagirkirî, kampanya “Jibo Rojava no
fly zone” (Bila qada hewayî ya Rojava wer girtin) destek dike û piştgiriyê
didiye.
Konferans, li hember hemî êrîşên dagirkeran e, bi taybetî
êrîşên dewleta Tirk yên li deverên Metîna, Zap û Avaşin ku çekên kîmyewî jî kar
tîne, mehkûm dike. Li hember van êrîşan berxwedana Şervanên Azadiyê silav dike.
Konferans, bang li Rêxistina Li Dijî Bikaranîna Çekên
Kîmyewî (OPCW) û hemû hêzên cîhanî dike ku li hemberî çekên kîmyewî yên ku
dewleta Tirk bi kar tîne, bêdeng nemînin.
Konferans, bang li hemû partî, sazî, rêxistin û hemî nûnerên
gelên Kurdistanê dike ku yekîtiya xwe xurttir bikin û bi yekdengî li dijî
êrîşên dagirkeran û planên dijminan bin. Her wiha di qada navneteweyî de
jî, em dengê xwe bikin yek û doza Kurdistanê bi yekdengî ragihînin ji cîhanê
re.
Di encamê de Konferans, piştgiriya Komîta Kar û Xebatên
Sedsaliya Peymana Lozanê dike, di sedsaliya Peymana Lozanê de biryar dide ku
rêzeçalakiyên mezintir pêk bîne.”

0 Yorumlar