Ticker

10/recent/ticker-posts

PDK cenazeyên şehîdên Xelîfan nade malbatê wan

Li ser êrişa PDK’ê ya li Xelîfan pêk anî re îro salek derbas dibe, lê hîn Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) cenazeyên hersê gerîlayên HPG’ê yên di êrişê de şehîd bûne ku malbatên wan dixwazin radestî malbatên wan nekiriye û bersiv nade.

Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, li devera Xelîfan bi êrişa hêzên PDK’ê re rû bi rû man. Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfan rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin.

HPG’ê ku nasnameyên 3 gerîlayan jî eşkere kirin û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide. Piştî daxuyaniyê rêveberên PKK’ê, KCK’ê û gelek partî û rêxistinan jî bang li PDK’ê kirîbûn ku li ser mijarê agahî bide, lê heta niha jî PDK’ê bersiv nedaye.

Li gorî yasayên navnetewî û welatan kî dibe bila bibe, dema kesek jiyana xwe ji dest dide, di şer de yan jî tê kuştin cenaze tê radestkirin. Eger nasnameya kesan diyar nebe jî, li gorî qanunan heta demekê li morgê tê rawestandin, di nava vê demê de tu kes xwedî lê dernekeve wê demê li goristana bêkesan tên veşartin.

Piştî diyarkirina nasnameyên hersê gerîlayan malbatên wan xwestin ji bo aqûbeta zarokên xwe pêwendî çêbikin. Di 9’ê Tebaxa 2021’an de malbata yek ji gerîlayên bi navê Dijwar Berxwedan ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê berbi Başûrê Kurdistanê kete rê,

Lê malbata ku ji Rojava derket rê, li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astengkirin. Malbata ku Bakûrê Kurdistanê hat Hewlêrê jî, ji aliyê rayedarên dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK) ve hat tehdîtkirin.

Heta niha PDK’ê cenazeyên her sê gerîlayên şehîd nedane malbatan û bersiva daxwaza malbatan nedaye.

Nasnameya şehîdên Xelîfan wiha ye:

Nasnav: Serwer Serhat
Nav Paşnav: Erdal Aslan
Cihê Bûyinê: Erzirom
Navê Dê û Bav: : Zahide – Seyitxan

Nasnav: Dijwar Berxwedan

Nav Paşnav: Mahmut Xelef
Cihê Bûyinê: Hesekê
Navê Dê û Bav: Ros Xelîl – Hesen Xelef”

Nasnav: Wargeş Çavreş
Nav Paşnav: Ayhan Tatlı
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Heyiç – Suleyman

PDK cenazeyên gerîlayên şehîd li ku digire?

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di 3’yê Cotmeha 2021’an de ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Tevî nasnameya gerîlayên şehîd hatiye eşkerekirin, PDK cenazeyê wan her 5 gerîla jî nade malbatan û heta niha negotiye ka li ku derê digire.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar