HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê 14’ê Tîrmehê çalakî kirine û di van çalakiyan de 31 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, dronek, wesayîteke zirxî û çeperek hatine îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên
gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniya da.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hêzên me bi tarza tîmên gerok û şerê li tunelan derbên
giran li artêşa Tirk a dagirker dixînin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê
14’ê Tîrmehê çalakiyan dike. Di van çalakiyan de 31 leşkerên Tirk ên
dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, dronek, wesayîteke zirxî û
çeperek hatin îmhakirin. Dagirkeran 36 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan
qadên berxwedanê bombe kirin. Balefirên şer 11 caran û helîkopterên êrîşên jî 7
caran û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê hatine bombekirin.
Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma
Avaşînê;
Di 5’ê Tîrmehê saet di 17.00’an de li Qada Berxwedanê ya
Werxelê li dagirkeran hate xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma
Zapê;
Di 2’yê Tîrmehê de saet di 03.20’an de dagirkeran dema
xwestine ber bi tunelên şer ên Şehîd Umîd ve werin, hêzên me li dagirkeran dan.
Li vir 3 dagirker hatin cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê saet di 08.00’an de dagirkeran hewl dane bi
kepçe û dozerên zirxî biçin lûtkeya Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara. Hêzên
me li vir li dagirkeran dan. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar
bû û derb li wesayîtên zirxî hate xistin. Ji ber ku derb li wesayîtên zirxî
hate xistin, dagirker neçar mane astekê vekişin. Dagirkeran piştre mirî û
birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê birine.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 08.00’an de dagirkeran hewl dane
bi wesayîtên zirxî ji qada Çemçoyê biçin Qada Berxwedanê ya Werxelê. Hêzên me
li wesayîteke zirxî dane û wesayît îmha kirin. Herî kêm 8 dagirkerên di
wesayîtê de hatine cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 21.00’an de dronek dema ku li ser
Qada Çemçoyê digeriya, hêzên me li dronê dan û ew îmha kirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga
Xabûrê de;
Hêzên me yên YJA Starê yên gerok di 5’ê Tîrmehê de saet di
07.50’an de bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane û
4 dagirker ceza kirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 09.20 û 22.00’an de hêzên me du
cara bi sabotajê li dagirkerên li Girê Sêdarê yên li Qada Berxwedanê ya Girê
Amêdiyê dane û 2 dagirker ceza kirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 23.15’an de sê caran bi taktîka
sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hate xistin. Di vê
çalakiya gerîlayan a bi koordîne de 9 dagirker hatine cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 13.10’an de tîmên me yên gerok bi
sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û dagirkerek ceza
kirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di navbera 14.00 û 15.00’an de hêzên
me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma
Xakurkê;
Di 4’ê Tîrmehê de saet di 10.30’an de hêzên me bi çekên
giran li dagirkerên li Qada Girê Karker dane. Hêzên me di heman rojê de saet di
16.00’an de careke din bi çekên giran li dagirkeran dane. Di van çalakiyan de 2
dagirker hatine cezakirin û çeperek hate îmhakirin.
Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û
teqemeniyan kiriye;
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 18.15’an de tunelên şer ên Qada
Berxwedanê ya Girê FM carekê bi teqemeniyan hate bombekirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di navbera 17.20 û 18.25’an de
tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê carekê bi teqemeniyan û 3 caran jî
bi çekên kîmyewî hate bombekirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di navbera 15.00 û 18.00’an de
tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karkerê 13 caran bi teqemeniyan û 7 caran
jî bi çekên kîmyewî hate bombekirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di navbera 09.40 û 16.10’an de
çeperên şer ên li Qada Kokerê 11 caran bi teqemeniyan hate bombekirin. Piştî
mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên
Parastina Medyayê yên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kiriye,
Çûyîn û hatina dronan li ser Qadên Berxwedanê yên Girê
Hekarî, Girê FM û Girê Cûdî ji 5’ê Tîrmehê ve didome.
Di 5 û 6’ê Tîrmehê de Girê Amediyeyê û Qadên Berxwedanê yên
Koordîne, Gundê Deşîşê, Girê Hekarî yên li ser herêma Metînayê bi obusan ji
qereqolên li ser sînor bi dehan caran hatin bombekirin.
Di 5 û 6’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê
Cûdî û Girê Hekarî, heft caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di 4, 5 û 6’ê Tîrmehê de Girê Amediyeyê, Çemço, Sîda, Gundê
Şêlazê yê li ser herêma Metînayê û Deşta Kafya, Gundê Ergenê, Çemrobotkî û
Geliyê Şêranê yên li ser herêma Gareyê 11 caran bi balafirên şer hatin
bombekirin.”

0 Yorumlar