Rojnamevan Kemal Çomanî bang li Hikumeta Herêmê kir da ku dawî li ambargoya ser wargeha Mexmûrê bîne. Çavdêrê siyasî Aram Refet jî got; “Wan hemû sînorên ezmunan derbazkirine ku di dîrokê de mirovên pîroz ceribandine.”
Êrişên li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ên ji
aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê navber dewam dikin. Ambargoya PDK’ê ya ji
Tîrmeha 2019’an ve jî li ser wargehê dewam dike.
Rojnamevan Kemal Çomanî di twîterek xwe de bang li Hikumeta
Herêma Kurdistanê kir û got; “Pêwîste dawî li ambargoya ser wargeha Mexmûrê ku
PDK’ê ji Tîrmeha 2019’an ve daniye ser xelkê Mexmûrê were. Dema dîplomatek Tirk
li Hewlêrê hat kuştin, hemû penaber ji Hewlêrê li ser karên wan hatin derxistin
û ji wê demêve nahêlin kes li Hewlêr kar bike. Cihê xemginiyê ku ne Neteweyên
Yekbûyî, ne jî Hikumeta Iraqê helwestek nîşan nade. Ne Nûnertiya Neteweyên
Yekbûyî ne jî dîplomasiyên din yên li Iraqê li ser van binpêkirinên hemberî
penaberan dengê xwe dernexistine. Hikumeta Iraqê jî ji bilî daxyaniyên betal
karek din dijî êrişên balafirên Tirkiyeyê yên li ser wargehê nekiriye.”
Herwiha çavdêrê siyasî Aram Refet jî li ser heman mijarê li
ser rewşa penaberên wargeha mexmûrê gotarek nivîsî. Aram Refet di gotara xwe
dibêje; “Wan hemû sînorên ezmunan derbazkirine ku di dîrokê de mirovên pîroz
ceribandin. Hertim bûne hedefa êrişên balafirên F16 û dronan, bê ku yasaya
esmanî yan zemînî were parastin. Divê sedeyê de eger nimûneya mirovê pîroz
hebe, ev nimûne penaberên wargeha Mexmûrê ne. Di encamê de jî ji derveyî hemû
şertû mercên mirovahiyê dijîn.”

0 Yorumlar