Ticker

10/recent/ticker-posts

25 hezar çîçokên mirîşkan şewitîn

Li gundê Bekrawa yê nehya Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebce ji ber temasa ceyranê şewat derket û di encamê de 25 hezar çîçokên mirîşkan telef bûn.

Li gundê Bekrawa yê nehya Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebce ji ber temasa ceyranê li çewlikek xwedîkirina mirîşak şewat derket û di encamê de 25 hezar çîçokên mirîşkan mirin.

Xwediyê çewlikê Rizgar Bekirwanî ji Rojnews’ê re got: “Sedema şewatê temasa ceyranê ye. Mixabin, me nekarî em kontrol bikin. Di nava 15 deqeyan de hemû şewitî û hemû çîçokên di nav de şewitîn.

Rizgar Bekirwanî diyar kir ku temenê wan çîçokan 8 roj bûn û hejmara wan 25 hezar bûn.

Rizgar Bekirwanî destnîşan kir ku ji derveyî şewata çîçokan, ziyana din lêbûye û got ku bi giştî 270 hezar dolar zerer lê bûye.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar