Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyeke xurt didome

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi boneya şikandina tecrîda girakirî û azadiya  fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 14’an ve  hat dewrgirtin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi boneya şikandina tecrîda girakirî û azadiya  fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 14’an ve  hat dewrgirtin û wiha hate gotin; “Ji bo em Serokê xwe bi awayek azad di nav xwe de bibînin, divê li her derê gel rabin serhildan, meş û mitîngan.

Piştî ku xelkê wargehê û çalakvanan li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê kom bû, deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’emîn Eyşê Arzû Îlhan axivî.

Eyşê Arzû Îlhan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û got: “Ev neheqiya ku li Serokê me tê kirin, herwiha çekên kîmyayî ku ji aliyê artêşa Tirk ya dagirker ve li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê bikaranîn em qebûl nakin. Ji bo em Serokê xwe bi awayek azad di nav xwe de bibînin, divê li her derê gel rabin serhildan, meş û mitîngan.”

Piştî axaftinê koma nû bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewr girt.

Yorum Gönder

0 Yorumlar