Cîgirê Rêveberê Malbenda 3 ya Hewlêrê a YNK’ê got ku dewleta Tirk wargeha penaberan ya Mexmûrê bi hêceta hebûna gerîlayan bombebaran dike, lê direwe li wargehê ti gerîla nînin.
Cîgirê Rêveberê Malbenda 3 ya Hewlêr a YNK’ê Reşad Gelalî derbarê êrişên li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de ji ajansa Melume ya Iraqê re axivî.
Reşad Gelal dibêje; “Ti peywendiya wargeha Mexmûr ku penaberên Bakurê Kurdistanê ne, bi gerîla ve nîne û bi ti awayî ew penaber çek nerakirine. Bombebarankirina dewleta Tirk ya li ser wargehê, sucek dijî mirovahiyê ye, divê ev êriş werin rawestandin.”
Reşa Gelalî got ku di wargehê de zêdetirî xwe jin û zarokan hene, bê çekin, yên ku dibêjin ‘Gerîla’ li wargehê hene, derewan dikin.
Hêjayî gotinê ye ji duh ve balafirên bê mirov li ser wargeha Mexmûrê digerin. Di demên dawî de balafirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker raste rast xelkê sivîl dike hedef û qetil dike. Herî dawî di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirên dewleta Tirk şêniyê wargehê Ebuzêd Dêrhînî kir hedef û şehîd xist.
0 Yorumlar