Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Şîlan Goyî li Mexmûr hat bîranîn

Li wargeha Mexmûrê Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî (Teybet Bîlen) bi merasimekê hate bîranîn. Di merasîmê bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dubare kirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandara YJA-Star’ê Şîlan Goyî (Teybet Bîlen) ku di 8’ê Cotmeha 2021’an de di êrişek hewayî de şehîd bibû, bi merasîmekê hate bîranîn.

Bi amadebûna malbat û şêniyên wargehê, li Saziya Malbatên Şêhîdan bi deqeyek rêzgirtin merasîma bîranînê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê malbata şehîd, Pakîstan Bîlen axivî.

Pakîstan Bîlen di kesayeta Şehîd Şîlan Goyî de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û got: “Her şehîdek dîrok, nirx û destanek a lehengiyê ye. Heval Şîlan jî yek ji van qehremanan bû ku navê xwe li dîrokê nivîsand. Heval Şîlan her rojên xwe, bi nirx û dîrokê re jiyan dikir. Em çiqas bibêjin, emê nekarin têkoşîna heval Şîlan dayî meşandin, bilêv bikin. Em soz didin, heta dawî emê şopdarê rêya şehîd û şervanên xwe bin.”

Xuşka Şehîd Şîlan Goyî, Evîn Bîlen jî axivî û got: “Em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê, di kesayeta heval Şîlan de bibîrtînin û dibêjin, şehîd nirxên me ne û rêya me ronî dikin.”

Piştî axaftina malbata Şehîd Şîlan Goyî, sînevziyonek ku têkoşîn û jiyana 23 salan a Fermandara YJA-Star’ê Şehîd Şîlan Goyî vedibêje hate nîşan dan.

Merasîma bîranîn bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Sero Apo’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar